Netenyahu: “Peymana bi Îranê re me girênade”

Netenyahu: “Peymana bi Îranê re me girênade”

.

A+A-

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu li ser mijara ku wê serokê Amerîkayê Joe Biden bi Îranê re peymana nukleerî taze bike got ku her peymana bi Îranê re bê çêkirin, Îsraîl jê berpirs nîne.

Rojnama Îsraîlê Yediot Ahronot xeberê belav kiriye ku li Quds a Rojava, di salvegera komkujiya Cihûyan de (Holokost) serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu axifiye û behsa hevdîtinên li Viyanayê yên bo peymana nukleerî ya di navbera Amerîka û Îranê de weha gotiye:

“Ez bo dostên me yên herî baş yên di dinyayê de(Amerîka) dibêjin; her peymana bêkirin em jê ne berpirsin, me girênade û wê ev peyman pêşiyê li ber biçekdarbûna nukleerî veke. Em ji yek tiştê berpirsin ku ew jî pêşîlêgirtina komploya dijminê me ye,ew dijminê ku dixwaze me ji holê rake.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin