Nêçîrvan Barzanî : YNK û PDKê li ser gelek mijarên derbarê hilbijartinan de li hev kirine

Nêçîrvan Barzanî : YNK û PDKê li ser gelek mijarên derbarê hilbijartinan de li hev kirine

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê careke din daxwaz ji YNKê kir ku vegere nav hikûmetê û çareseriya pirsgirêkan li wê derê bibîne û li ser civînên dezgehên hilbijartinan jî got, “Lijneyên hilbijartinê yên her du aliyan li ser gelek mijaran civiyane û li hev kirine, di vî warî de pêşketin hene.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 15ê Adara 2023an di 7emîn Foruma Silêmaniyê de ji Rûdawê re ragihand, “Civîna polîtburoyên YNK û PDKê heta niha nehatiye diyarkirin lê dezgehên hilbijartinan ên her du aliyan civiyane û bi giştî li ser çawaniya lidarxistina hilbijartinan li hev kirine. Ez dibêjim ku di vî warî de pêşketin heye.”

Nêçîrvan Barzanî li ser vegera tîma YNKê bo nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî got, “Pirsgirêk ewqasî ne mezin in ku neyên çareserkirin. Bi baweriya min divê tîma YNKê vegere nav hikûmetê, eger pirsgirêk hebin dikarin di hikûmetê de gotûbêjan bikin û çareseriya hemû pirsgirêkan bibînin.”

Nêçîrvan Barzanî peywendiyên niha yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê wek “baş” bi nav kir û got, “Piştî salan cara yekê ye ku hevtêgihîştineke nivîskî di navbera hemû aliyên hikûmetê de heye, tişta ku em dibînin ew e ku li Bexdayê ji bo cîbicîkirina vê rêkeftinê cidiyetek heye. Ji ber vê yekê em bi hêviyekê li cîbicîkirina vê rêkeftina ku me li gel aliyan kiriye dinêrin.”

Nêçîrvan Barzanî berê di duyemîn Foruma Hewlêrê de 2ê Adara 2023an di gotûbêjeke taybet a bi sernava “Pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn û paşeroja Herêma Kurdistanê”de axivî û li wir jî got ku ew bang li Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û tîma wezîrên YNKê dikim ku vegerine civînên Encûmena Wezîran û di civînan de pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê ji bo beşdariya heftemîn Foruma Silêmaniyê gihîşt Silêmaniyê û ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di heftemîn Foruma Silêmaniyê ya bi dirûşma “Piştî 20 salan, Iraq û herêm di nava pirsgirêkên nû yên cîhanî de” ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Herêmî û Navdewletî (IRIS) ve hatibû organîzekirin, gotarek pêşkêş kir.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin