Nêçîrvan Barzanî îro ligel Serokwezîrê Brîtanyayê dicive

Nêçîrvan Barzanî îro ligel Serokwezîrê Brîtanyayê dicive

.

A+A-

 Îro li Londonê, paytexta Brîtanyaya mezin, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurduistanê di sêyemîn roja serdana xwe de ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson dicive.

Nêçîrvan Barzanî û Boris Johnson derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Londonê de, şerê li dijî terorê û pêşhateyên Iraq û navçeyê diaxivin.

Di herdû rojên borî jî de, Serokê Herêma Kurdistanê, hejmareke civîn ligel berpirsên payebilind ên Brîtanyayê kirin.

Di yekem roja geşta xwe ya dîplomasî de, Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Bervaniyê û hejmareke parlamenterên dostên Kurd, û roja duyem jî ligel Serokê Encûmena Lordên Brîtanyayê civiya, li pey jî Liz Truss wezîra nû ya derve ya Brîtanyayê, di yekemîn civîna xwe de ligel serkirdeyekî cîhanê, piştî destbikarbûna xwe wek wezîra derve, ligel Serokê Herêma Kurdistanê civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê di vê derbarê de di twîttekê de ragihand: “Ez Ligel Liz Truss Wezîra Nû ya Derve ya Brîtanyayê civiyam, di yekemîn civîna xwe de wek bilindtirîn dîplomata Brîtanyayê û bi helkefta wergirtina wê posta nû min pîrozbahî lê kir. Gotûbêjên me derbarê çawahiya pêşxistina peywendiyên me yên bihêz û piştîvaniya Brîtanyayê bo Herêma Kurdistanê, aramiya navçeyê û pirsên rojevê yên din bûn.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de derbarê civînê de ragihand: “Wezîra Derve ya Brîtanyayê kêfxweşiya xwe bo pêşwazîkirina Serok Nêçîrvan Barzanî li Londonê anî ziman, û tekez kir ku Brîtanya di piştîvanîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê de pabend û berdewam dibe, û herwiha di karkirinê ligel hevbeşên xwe de li Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê.”

Herwiha Liz Truss Wezîra Derve ya Brîtanyayê, di twîttekê de derbarê civîna xwe ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê de got: “Ez kêfxweş bûm bi dîtina Nêçîrvabn Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê li Londonê. Min Nêçîrvan Barzanî di pabendbûna berdewam a Brîtanyayê bo: Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê û aramiya Herêma Kurdistana Iraqê, hilbijartinên bên ên Iraqê, bazirganiya pêşketî di navbera Şahnişîna Yekbûyî ya Brîtanya û Herêma Kurdistanê de piştrast kir.”

Bihêzbûna peywendiyan di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de vedigere sala 1991ê, dema ku sir John Major serokwezîrê wê demê yê Şanişîna Yekbûyî mil bi mil ligel serkirdeyên Fransa û Amerîkayê rawestiya bo cîbicîkirina biryara 688an a Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî bo ragihandina Herêma Nefirînê û parasrina xelkê Herêma Kurdistanê ji desthilata Beisê.

Serokê Herêma Kurdistanê jî di vê serdanê de, li Londonê pêşwazî li John Major wek dostekî dêrîn ên gelê Kurdistanê kir.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin