Li Tirkiyê sektora avahîsaziyê ketiye nav krîzeke kûr

Li Tirkiyê sektora avahîsaziyê ketiye nav krîzeke kûr

.

A+A-

 Li Tirkiyê krîza sektora avahîsaziyê berdewam dike. Vê yekê di amarên Saziya Amarên Tirkiye (TUIK) de jî xwe da der. Li gor TUIKê di meha Tebaxê ya 2021ê de 141 hezar û 400 xanî hatine firotin û firotina xaniyan li gor sala par ji %17 kêm bûye.

Herwiha firotina xaniyan di 8 mehên destpêkê yên sala 2021ê de li gor 8 mehên destpêkê yên sala 2020ê jî ji %21.7 kêm bûne. Aborînas destnîşan dikin, li Tirkiyê enflasyona semyana kelûpel û berhemên avahîsaziyê gihiştiye ji sedî 60î û di vê rewşa heyî ya aboriyê de ji bo kesên ne xwedî sermiyan be standina xaniyan gelekî zor û zehmet bûye.

Ahmet Buyukduman, Rêveberê Kompanyaya Xeyrîmenqûl a Stenbolê, dibêje, “Tenê bilindbûna nirxê çîmento û hesin bandorên xirab nade ser sektora avahîsaziyê. Nirxê hemû kelûpel û keresteyên avahîsaziyê bi giştî nêzî sedî 60î bilind bûye. Li aliyê din em di encama amaran de, em di nav civakê de xirabbûna sîstema dabeşbûna dahatê dibînin. Yanê dîsa aliyên dewlemend xwedî derfeta kirrînê ne, lê enflasyona bilind derfeta kirrînê ya kesên ku bi mûçeya kêmtirîn û navîn debara xwe dikin jinav bir.”

Her wiha emlakfiroş jî didin zanîn, ji ber pandemî û krîza aboriyê ev 2 sal in nirxê xaniyan gelekî bilind bûye û ev yek bandorê daye ser rêjeya firotina xaniyan û bihabûna kirêya xaniyan.¤WA2 5020

Ayçin Kulter, Emlakfiroş, dibêje, “Bêguman bilindbûna nirxê kelûpelên avahîsaziyê û rawestandina sektorê bandorên neyînî dide ser karê me jî. Lewra sektora avahîsaziyê sektorekê berfireh e û gelek tişt girêdayî hev in. Jixwe ji ber pandemî û qeyrana aboriyê ev 2 sal in firotina xaniyan kêm bûye. Ji loma jî bazara me wek salên berê zêde geş nîne.”

Ji amarên hatine eşkerekirin tişta balkêş jî ev e, firotina hejmara xaniyan di meha Tebaxê ya sala 2021ê de ji bo kesên biyanî ku ne welatiyê Tirkiyê ne ji %50.7 zêde bûne. Pispor vê yekê bi bêqîmetbûna nirxê pereyê Tirkî li hemberî dolarê Amerîkî û Euro’yê dinirxînin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin