Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dê bibe faktora aştî û aramiyê bo navçeyê

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dê bibe faktora aştî û aramiyê bo navçeyê

.

A+A-

Serok Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya Bexdayê de hemû alî piştrast kirin Herêma Kurdistanê dê ji bo Iraqê, welatên cîran û navçeyê hertim faktora aştî û aramiyê be û dê bi ti awayî rê nede ku sînor û axa wê bibe penageheke aram ji bo grûpên çekdar û cihê metirsiyê bo ser welatên cîran.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 22ê Mijdarê ji bo gotûbêjkirin û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çûbû Bexdayê û ligel serkirdeyên aliyên siyasî bi taybet Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û Serokwezîr Mihemed Şiyah Sûdanî re civiyabû. Lê ji ber teqîna tanka gazê ya li bajarê Duhokê, Nêçîrvan Barzanî serdana xwe ya bo Bexdayê di nivî de hiştibû û ji bo şopandina bûyera Duhokê vegeriyabû Herêma Kurdistanê. Nêçîrvan Barzanî ji bo berdewamkirina serdana xwe duh careke din çûbû Bexdayê. Barzanî di vê serdana duh de jî ligel Serokê Hevpeymaniya Ezm Musenna Samerayî, Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê Qasim Erec, Serkirdeyê Şîe Emar El Hekîm, Serokwezîrê Berê Adil Ebdulmehdî û berpirsên Tevgera Sadr re civiya bû.

Derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî de Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku “Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, ligel Serokwezîrê Iraqê û aliyên siyasî pêşhatan rewşa emnî û siyasî ya herêmê gotûbêj kirin û tekez li ser hevkarî û hevahengiya di navdera tevahiya aliyan kir ji bo piştevanîkirina li Hikûmeta Federala nû ya Iraqê û serxistina karnameya wê..

Li gor daxuyaniya herwiha tekezî li ser bi hevrekarkirina ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên di warê maddeya 140ê, bûdce û şayesteyên darayî, rewşa Şingalê û pirsgirêkên welat bi giştî bi rêya diyalog li ser esasê destûrê û parastina aramî û serweriya welat hat kirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi ewlehiya herêmê hate kirin û tê gotin: “Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr El Sudanî bi temamî hevfikir bûn û dupat kirin ku bi ti awayî rê ji tu gef û kiryarên leşkerî li sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê li hember welatên cîran nayê danîn, ji bo vê armancê jî, wek hertim, hevkarî û alîkariyan pêşkêşî penaberan dikin, lê belê rê li ber hebûna grûpên çekdar li Herêma Kurdistanê nayê dayîn, ji ber wê jî Hewlêr û Bexda dê ji bo parastina ewlehiya sînoran bi hemû awayî hevkarî û hemahengiyê bikin û bi welatên cîran re jî hevahengî û hevkariyê bikin û tedbîrên pêwîst werbigrin.”

Herwiha hatiye gotin ku Barzanî hemû alî piştrast kirin û bal kişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê, wek hertim, dê bibe faktora aştî û aramiyê ji bo Iraq û welatên cîran û navçeyê û bi ti awayî rê nade ku sînor û axa wê bibe penageheke aram ji bo grûpên çekdar û cihê metirsiyê bo ser welatên cîran.

Di heman demê de Serokê Herêma Kurdistanê diyar kiriye ku ew dixwaze pêşdabirina têkiliyan li ser esasê rêzgirtin, cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş be.

Herî dawî di daxuyaniyê de tê gotin: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxwe û derve li deverê, em bi pêwîstî dizanin ku hemû alî bi diyalog û lihevtêgihiştin û bi awayekî aştiyane pirsgirêkan çareser bikin, ji bo vê yekê jî Serokatiya Herêma Kurdistanê amade ye rolek erênî û avaker di vî warî de bibîne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin