Konferansa Naskirina Jenosîda Kurd: Serok Barzanî wê beşdar bibe

Konferansa Naskirina Jenosîda Kurd: Serok Barzanî wê beşdar bibe

.

A+A-

5emîn Konferansa Zanistî ya Navneteweyî ku ji hêla Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Wezareta Tenduristiyê ve tê organîzekirin, wê bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî were lidarxistin.

5emîn Konferansa Zanistî ya Navneteweyî, ku ji hêla Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Wezareta Tenduristiyê ve tê organîzekirin, wê roja Sêşemê, 28ê Cotmeha 2025an de li Duhokê bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî were lidarxistin.

Konferansa bi sernavê "Belgekirina Zanistî ya Tawanên Enfalê û Gorên Komî, Naskirina Navneteweyî ya Jenosîda li dijî Gelê Kurd" wê armanc bike ku delîlan berhev bike û lêkolînên zanistî ji bo naskirina navneteweyî ya van tawanan bike.

Lêkolîn û nîqaşên di konferansê de wê li ser çend mijarên sereke bisekinin, di nav wan de:

- Antropolojiya Dadwerî.

- Naskirina Jenosîda Êzidiyan.

- Lêkolînên Gorên Komî.

- Rola DNA û Nasnameya Genetîkî ya Qurbaniyan.

- Aliyên qanûnî yên sûcê jenosîdê.

- Bandorên çekên kîmyewî li ser gelê Kurd.

- Rêbazên belgekirina qirkirinê.

- Encamên psîkolojîk û civakî yên qirkirinê û trawmaya piştî Enfalê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin