“Navê min êdî li ser dikê Ûmayko ye”

“Navê min êdî li ser dikê Ûmayko ye”

.

A+A-

Roza Yiğit

Ûmaykoyî got: "Mêrdîn û Amed gelek nêzik in lê kitleya Mêrdîn û Amedê ne yek in. Wan û Gever jî gelekî nêzîk in lê ne wekî hev in hemû ji hev cuda ne."

Dj Ûmaykoyî di sala 2020an de dest bi konsertan kiriye. Umayko ku berê wekî Radio Erîvan Edit derdiket ser dikê got; piştî demekê min navê xwe guhertiye û êdî wekî DJ Umayko konsertan çêdikim.

Ûmayko ango bi navê xwe yê berê Radio Erîvan Edît stranên kurdî yên Radyoya Êrîvanê ji bo tekno muzîkê edît dike û piştî konserên kurdî di after partiyan de wek DJ derdikeve ser dikê.

Ûmaykoyî diyar kir ku Dengbêjî her tim di jiyana wî de ye û dema wî guhdariya tekno muzîkê kiriye, biryar daye tekno muzîk û dengbêjiyê têkel bike: "Min heta 15 saliya xwe ji bilî dengbêjiyê, muzikên din guhdar nekiribû. Piştî 15 saliya xwe min guhdariya muzîkên cur bi cur kirin û dema min guhdariya tekno muzîkê kir min go dê dengbêjî û tekno xweş çêbibe. Di destpêkê de min nedizanî ku ez ê biçim ser dikê, min tenê dixwest stranên dengbêjî û Radyoya Yerêvanê wekî tekno muzîkê li hev bînim ji ber wê min hema navê xwe danîbû Radio Erîvan Edît.

Radio Erîvan Edît ji ber ku naveke giran bûye ev di muzîka Dj Ûmaykoyî de bûye pirsgirêkeke mezin: "Ev naveke dirêj bû û ez li ser zêde nefikirîbûm. Paşê wexta ku min dest bi konsertan kir, ji min dipirsîn, navê te çi ye? Min jî digot navê min Radio Erîvan Edît e. Wexta tu dibêjî Radîo Erîvan Edît, hemû kes difikirin ku tu yê 10 saetan stranên kurdî lêdî. Nêzî du salan ev di muzîka min de bûbû pirsgirêkeke mezin. Xelk tê dibê melodîk tekno çi eleqe tu Yêrîvan Edît î. Ji ber vê min go Êrîvan Edît bila li vir be. Ew projeyeke xweş bû lê niha navê min êdî li ser dikê Ûmayko ye. Ev piçek dî qadeke azad dide ez dîsa stranên kurdî lêdidim lê li ser navê xwe. "

Kîjan bajar ji kîjan muzîkê hez dike?

Dj Ûmayko cara yekem li Stenbolê piştî konsera Siya Şevê derketiye li ser dikê. Piştî ku tê nasîn, li gelek bajarên kurdan yên mîna Amed, Mêrdîn, Wan, Gewer û Hewlêrê konser li dar xistine. Ûmayko dibêje ku, tekno muzîk hê li ba me tiştek wek after partiyê ye, tiştek zû dest pê nake. Lê li festîvalên dinê saet 2 jî 3 jî destpêke hinek din teknoyek hêdî, wekî deep house, Chill house dibêjin, wisa dest pê dike. Hewce nîne milet dansê bike. Eloktronîk muzîk ne tênê ji bo dansê ye, lê li ba me dema dibêjin tekno-elektronîk muzîk, derengê şevê dest pê dike."

Me ji Umaykoyî pirsî, kîjan bajar ji kîjan muzîkê hez dike û çawa dansê dike? "Mêrdîn û Amed gelek nêzik in lê girseya Mêrdîn û Amedê ne yek in. Wan û Gever jî gelekî nêzîk in lê ne wekî hev in. Hemû ji hev cuda ne. Ez ji bo her bajarî setên cuda amade dikim. Niha zanim kîjan bajêr ji kîjan muzîkê hez dike. Mêrdînî zêdetir ji dîp house û etnîk houseê hez dikin. Yanî hêdî hêdî dansê dikin. Lê Amed side trance e, Amed ji hard tekno hez dike. Dema ez deep house, tekno house lê didim, kes narabe. Dema dest bi teknoyê dikim hê nû ji bo dansê dirabin. Wan jî wisa ye. Ya Geverê tev cuda bû. Ji ber ku cara yekem DJyek diçû Geverê, hê wan jî biryar nedaye ji kîjan muzîkê zêde hez dikin. Min jî ji wan re miksek çêkir. House û govend û dengbêjî. Stenbol jî tevlihev bû.

"Ez dixwazim Newroz wekî festîvalekî be. Tekno muzîk, elektro muzîk tiştekî nû ye. Bi taybetî li ba me kurda ji xwe. Li dinyayê jî ne zêde kevn e. Ya dixwazim, bila tekno û elektro muzîka kurdî jî li ser dikê be. Li ser dika Amedê yan jî bajarên din nîv saetek be jî bila tiştek cuda êdî çêbibe. Em êdî li benda tiştên cuda ne."

Çavkanî: Bîanet Kurdî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin