Bangewaziya ji Kongreya Amerîkayê: ‘Hevkariya bi HSDyê re bidomînin û ji Îranê dûr bikevin’

Bangewaziya ji Kongreya Amerîkayê: ‘Hevkariya bi HSDyê re bidomînin û ji Îranê dûr bikevin’

.

A+A-

Senator Joe Wilson ji Rûdawê re ragihand ku divê hikûmeta Îraqê xwe ji rejîma Îranê dûr bixe û bangî Bexdayê kir ku ji nêzîk ve bi Washingtonê re hevkariyê bike û xwe ji Tehranê biparêze.

Senator Joe Wilson û Michael T. McCaul li ser pêşhatên dawî pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Senatorê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson ku rexnegirekî tund ê Îranê ye li ser biryara welatê xwe yê xistina lîsteya "Rêxistinên Terorîst ên Biyanî" ya 4 komên çekdar ên Îraqî got:

"Bi taybetî ji bo min cihê dilgiraniyê ye ku rê hatiye dayîn rêxistinên terorîst hebin.

Pêwîst e hikûmeta Îraqê gavan biavêje. Pêwîst e xwe ji bandora Îranê telaq bide."

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, "Îro Wezareta Karên Derve komên milîs ên nêzîkî Îranê yên wekî Tevgera Nuceba, Ketayîb Seyîd El-Şuheda, Tevgera Ensarullah El-Ewfiya û Ketayîb Îmam Elî yên Îraqê dixe lîsteya Rêxistinên Terorîst ên Biyanî."

Ev binavkirin sê hefte piştî wê yekê hat ku hikûmeta Îraqê pêşnûmeyeke ji bo ji nû ve avakirina Heşda Şebiyê betal kir.

Her çend Heşda Şebî beşek ji dezgeha ewlehiyê ya Îraqê be jî gelek ji komên wê hîn jî serbixwe tevdigerin û tê gotin ku pêwendiyên wan ên xurt bi Îranê re hene.

Joe Wilson tekez kir "Divê Îraq bi qasî ku dikare ji nêzîk ve bi Amerîkayê re bixebite" û lê zêde kir ku cîranên Bexdayê "gelekî baştir dikin" ku amaje bi gava Libnanê ya ji bo bêçekkirina Hizbulahê kir.

Senatorê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson got:

"Em ji bo gelê Îraqê ya herî baş dixwazin lê divê ji aliyê gelê Îraqê ve were kirin, ne ji aliyê hêzên derve ve."

Wilson spasiya Trump û Wezîrê Karên Derve Marco Rubio ji bo xistina 4 komên çekdar a lîsteya "Rêxistinên Terorîst ên Biyanî" kir û got ku ev gav "dê hêzê bide dozgerên me da ku fonên van komên terorîst hişk bikin."

Washingtonê gelek tedbîr standine da ku Bexda ji bandora Tehranê derkeve ku di nav de bidawîanîna efûya ku bi salan e rê dida Îraq elektrîkê ji Îranê bikire jî heye.

"Ez dilgiran im"

Senator Michael T. McCaulê ku Komariyekî ji Teksasê ye jî li ser bandora Tehranê ya li Bexdayê dilgiraniya xwe anî ziman.

Michael T. McCaul ji Rûdawê re got:

"Ez ji zêdebûna hebûna mîlîsên Şîe yên li Îraqê dilgiran im."

McCaul tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya hevkariya Amerîkayê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û HSD wekî "hevpeymanê" Washingtonê yê di şerê li dijî DAIŞê de bi nav kir.

Senator Michael T. McCaul her wiha anî ziman:

"Divê em bi wan re xebata xwe bidomînin û piştrast bin ku DAIŞ careke din serî hilnede."

Michael T. McCaul wiha lê zêde kir:

"Ez bawer im heger tiştek nebe jî divê em ji bo parastina ewlehiya li girtîgehan ku bi hezaran endamên DAIŞê lê ne 800 leşkerên xwe li wir bihêlin."

Rudaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin