Nabê rol û xebata Hevpeymanan, tevlî biryara nexwestîyên sîyasî bê kirin

Nabê rol û xebata Hevpeymanan, tevlî biryara nexwestîyên sîyasî bê kirin

Serokatîya Herêma Kurdistanê daxuyanîyek di derbarê rola artêşa Amerîkayê ya parastina herêma Kurdistanê de belav kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokatîya herêma Kurdistanê daxuyanîyek di derbarê rola artêşa Amerîkayê ya parastina herêma Kurdistanê de belav kir.

Li gorî malpera fermî ya serokatîya herêma Kurdistanê daxuyanî wiha ye;

Hêza Hevpeymanan ya bi serkirdayetîya artêşa Amerîka rolekî serekî li parastin û hevkarîkirina hemwelatîyên Herêma Kurdistanê de, her li ragihandina navçeya dijî firînê ya li sala 1991 û heta rûxandina rejîma Beis ya li sala 2003 û têkşikandina gruba terorîstiya DAIŞê li van çend salên derbasbûyî da hebû. Her bi vê navê da jî mil bi milê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, qurbanîyê dane û berevanîyê li Herêma Kurdistanê kirine.

Nabê rol û xebata Hevpeymanan, bi taybetî ya artêşa Amerîkayê, tevlî biryara nexwestîyên sîyasî bê kirin. Herêma Kurdistanê rêz û pêzanîna xwe ji bo hêzên Hevpeymanan û artêşa Amerîkayê dûbare dike û xebat û qurbanîdana wan bilind radigrê.

Serokatîya Herêma Kurdistanê

21.10.2019

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin