“Nabe aşiyên zîndaniyên Fîlîstînî nêyên kirin”

“Nabe aşiyên zîndaniyên Fîlîstînî nêyên kirin”

.

A+A-

 Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê bertekê nîşan da ku li zîndaniyên Fîlîstînî aşi nayên kirin. Wezîr Benny Gantz got ku fermana bo Fîlîstîniyê di zîndanan de neyên aşikirin, ev ferman jiyana mirovan dixe talûkê û li derveyê qanûne.

Gantz, di ser hesabê xwe yê Tweitterê de bertekê nîşanî Wezîrê Ewlekariya Giştî yê Îsraîlê Amir Ohana da ku çawa ferman daye da Îsraîliyên di zîndadan de neyên aşikirin.

Gantz got ku ferman li dijî rêziknama tenduristiyê ye û bang li serokwezîr Netenyahû kir da ferman bide ku Fîlîstîniyên di zîndanan de yên di ser 65 salan de aşi bikin.

Li gor Rêxistina Fîlîstîniyan ya Esîran di zîndanên Îsraîlê de 190 Fîlîstînî bi Kovid-19 ê ketine.

Li gor rêjeyên fermî; di zîndanên Îsraîlê de 380 zîndaniyên îdarî û bi temamî 4.400 Fîlîstînî hene.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin