Muqteda Sedir destê xwe ji karê siyasî vekişand

Muqteda Sedir destê xwe ji karê siyasî vekişand

.

A+A-

Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr biryar da hemû saziyên ser bi tevgera xwe ve bigire û ragihand, “bi tevahî dest ji siyasetê berdidim.”

Muqteda Sedr îro Duşemê 29ê Tebaxa 2022an di twîtekê de dûrketina xwe ji siyasetê bi temamî û girtina hemû saziyên ser bi tevgera xwe ve ji xeynî "Mezargeha Pîroz, Muzexaneya Pîroz û Saziya Mîratê ya Al-Sedr" ragihand.

Sedr dibêje, “Ez radigihnim ku min dest ji karê siyasî berdaye û bi tevahî ji siyasetê vekişiyam. Min biryar da ku ji xeynî mezargeha pîroz, muzexaneya pîroz û Saziya Mîratê ya malbata Sedr hemû saziyan bigirim.”

Muqteda Sedr herwiha dibêje, “Gelek kes di nav de jî Seyid El-Haîrî difikirin ku ev rêberî bi saya wan an bi fermanê hat, na, ev pêşî ji kerema Rebbê min û bereketa bavê min e… ku dest ji Iraqê û gelê wê berneda.”

Rêberê Tevgera Sedr amaje bi biryara lêvegerê şîe yê Iraqê Seyid Kazim El-Haîrî jî dike ku dest ji lêvegeriyê berdaye û tekez kiriye, biryara Seyid Kazim Haîrî ya vekişîna ji lêvegeriyê bi îradeya wî nebûye û destnîşan kiriye, “tevî destjikarberdana Seyid Kazim El-Haîrî lê belê Necef hêj jî mezintirîn binkeya lêvegerê (merciyê) ye û her wisa jî bûye.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Muqteda Sedr dibêje: “Min ti rojekê ji rojan daxwaza pîrozbûnê û pêgeha zanayî û serkirdayetiyê nekiriye, lê belê tenê bangeşeyê bo başiyê û dûrketina ji xirabiyê dikim, çarenivîsa mijaran jî li cem Xwedê ye.”

Sedr dibêje, “Min tenê xwest ku tiştên çewt sererast bikim ku aliyên siyasî yên Şîe sedema sereke bûn, çimku ew piranî ne. Min xwest wan nêzîkî gel bikim û hest bi êşa wan bikin.”

Sedr herwiha dibêje, “eger ez mirim an hatim kuştin, daxwaz dikim fatîheyê ji bo min bixwînin û ji min re duayê bikin.”

Li aliyekê din, Salih Mihemed Iraqî ku weke wezîrê Sedr tê naskirin, hesabên xwe yên li Twitter û Telegramê girtin.

Ev helwêsta Muqteda Sedr di demekê de ye ku ji dawiya meha bihorî ve alîgirên Tevgera Sedr li nêzîk avahiya parlamentoya Iraqê dest bi çalakiya rûniştinê kirine û daxwaza hilweşandina parlamentoyê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext dikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin