Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Mixabin

A+A-

Mixabin, bi mebesta hevkariyê di hilbijartina 24î pûşperê da danûstandinên di navbera Îtifaqa Kurdistanî Bona Hilbijartinê û Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê da bi ser neketîye, nûçe weha dibêje.

Mixabin, dibêjim ji ber ku wekî min hemû kesên li ser mijarê hûr dibûn, di gotar û nivîsên xwe da amaje bi giringîya hevkarîyek weha dikirin, ji ber kul i Tirkîyê sîstemek nû destpêdike, taybetî di tûra duyem da hê giringî bi dengê gele Kurd têt dayîn.

 

Min di hinek nivîsên xwe de, giringî li îtifaqek wiha bar dikir û wekî derfeteke dîrokî didît, ku îro ketiye destê siyaseta Bakurê Kurdistanê.

Lê mixabin nebû, sedema pêknehatina jî di daxuyaniya Îtifaqa Kurdistanî û peyama M. Şerif Camci da eşkere dixuye.

Îtifaqa Kudistanî ku ji sê partî û du derdoran, wekî rayagiştî dizane ji Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiyê (PDK-T) û Însiyatîfa Tevgera Azadî û Platforma Demokratên Kurd (wekî PDK Bakuır jî têt naskirin) pêktêt; Îtifaqê, sedemên vê pêknehatinê li Amedê li Komeleya Rojnamegerên Başûrêrojhilat di civîneke rojnamegerî de li rayagiştî ragihand.

Hinek malperên înternetê ev daxûyanî weşandin, di daxûyaniyê da têt ragihandin ku di destpêkê de hevdîtinên di navbera Îtifaqa Kurdistanî û HDPê de di çarçoweya “têgehiştineke hevpar” de baş derbas bûye, lê HDPê beyî ku Îtifaqê agahdar bike deklerasyona xwe ya hilbijartinê li rayagiştî eşkere kiriye, heta Îtifaq balê dikşîne ser ku du rojan berê ragihandina deklerasyonê agahdarî gihîştiye ber destê wana ku deklerasyon dê bêt ragihandin, li ser vê xwestine ligel HDPê peywendî damezrînin, lê bi ser neketine.

Ango, ji agahdariya Îtifaqa Kurdistanî têt famkirin, ku mixabin HDPê li berpirsyariya xwe ranebûye, ji dest vê hevdîtinên di navbera Îtifaqa Kurdistanî û HDPê bi ser neketiye.

Min peyama Hevserokê Lijneya HDPê yê Amedê M. Şerif Camci di malpera ArtiGerçekê da xwend, ji peyama Camci jî têt famkirin, ku agahdariya Îtifaqa Kurdistanî rast e û HDPê bi berpirsyariya xwe ranebûye, ji dest vê hevkarî encam negirtiye.

M. Şerif Camci kêşeya bisernektinê wekî tiştekî “teknîkî” nişan dide û wiha dibêje, “Kê/kî çi kir, çi nekir, sûçdar kî/kê bû, çi bû, ji hemûyan azade dibêjim ku di bingehê de pirs nebû.”

Ango, ji peyama Camci têt famkirin ku “bi devkî em wekîhev difikirin, lê bi niviskî û îmzakirina deklerasyoneke hevpar nabe”, ji ber ku di nava HDPê de hinek partî û grupên din hene, jixwe HDPê bi sere xwe partiyeke Tirkiyeyî û têkilî ye.

Ev gotina Camci bîranîneke min anî bîra min, min carekê din jî nivîsandibû û bi baweriya min girîng e ji ber ku asta hişmendiya girseya HDPê dide dest.

Sal 2014an dema ez vegeriyam li Semsûrê li nivîsgeha hevalekî rûniştibûm, hinek nasên din jî hebûn, wekî herdem dîsa guftûgoya me li ser siyasetê bû, mijar hat li ser siyaset û peyamên HDPê sekinî; min got, divê HDPê taybetî li ser mafê zimên bisekine, daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî û zimanekî fermî bike, hevalekî HDPî bersiva min da û got, “dema em daxwazeke weha bikin hinek grupên di nava partiyê de wê qebûl nekin, ew ê nerehet bibin!”

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin