Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Mistefa Selîmî Hat Desteserkirin!

A+A-

Mistefa Selîmî, di 25ê Hezîrana 1967an de li Rojhilatê Kurdistan Saqiz, gundê Tilokê jidayîkbûye. Li gor agahîyên ku Omer Xulamelî dide; „Berî ku bêtgirtin ew Pêşmergê PDK-Îran bû.  Di 05.04.2003, bi tohmeta hevkariya li gel yek ji hizbên Kurdî û dijayetiya Komara Îslamîya Îranê, ji aliyê Dadgeha Înqilabêya Seqizê ve, bi 15 sal zindan û sêdaredanê hatibû ceza kirin.”

Omer Xulamelî, aşkere dike, ku;“Roja  piştî nerazîbûn û serî hildana girtiyan li zindana Seqizê, di 28.3.2020an de ji zindanê reviya û xwe gihand sînorê Başurê Kurdistanê, lê belê li gor gotina Omer Xulamelî, ew “hat desteserkirin û li zindana Seqizê hat darvekirin.”

Endamê Rêberiya PDK-Î dibêje, “Mistefa Selîmî, ev maweyê 17 sal e, zindanî kirîye. Di wî maweyê de çendîn car weke nerazîbûn li dijî cezayê bi ser de hatiye sepandin, ket greva bircîbûnê.”

Hem welatiyekî Kurd piştî 17 sal zindanî kirinê li bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê, di serî hildana girtiyan a çend hefte berê de, ji zindanê direve û rizgar dibe. Wek cîhekî ewle dixwaze xwe bigihîne Başûrê Kurdistanê. Li gor agahîyên ku malbat, derdorê PDK-Î û hinek kes û malperên Kurdî, ku di derheqa bûyerê de xwedî agahîne, dibêjin; “Divê Asayişa Giştîya Silêmaniyê û Asayişa Pêncewînê bêne serhêl û çawaniya radestkirina Mistefa Selîmî bo raya giştî aşkere bikin.”

Malpera Darka Mazî li gor çavkanîyên xwe eşkere dike ku „1 roj di destê Îstîhbarata YNK-Zanyari dimîne û paşê teslîmî İstîhbara Îran-Îtlîaatê têt kirin“(!)

Li gor çavkanîyên herêmê yên malpera Darka Mazî; „Berî bi du heftan Mistefa Selîmî, bi destê hêzên Zanyari ku bi ser YNK ve, li gundê Germik ku bi ser Pencewîn ve ye têt girtin. Mistefa Selîmî dibin navenda Zanyarî a Kanî Gomê. Li gor daxwaza Serkirdeyê Zanyarî û Hevserôkê YNK Lahor Şêx Cengî, Mistefa Selîmî, teslîmî Îstîhbara Îran –İtlîaatê têt kirin.“(!)

Di derheqa radestkirina Mistefa Selîmî de Ziya Pitros, ku Serokê Dezgeha Serbexweya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê ye, ji Rûdawê re radigihîne ku;

“Mistefa piştî derketina ji zindana Seqizê ber bi Herêma Kurdistanê ve hat, lê belê asayişa Pêncewîn ew radestî Komara Îslamîya Îranê kir. Ev jî binpêkirineke zelal e û binpêkirina rêkevtin nameyên navdewletî û madeya 21 a destûra Iraqê ye ku amaje bi wê dike, penaberên siyasî nabe bi ti şêweyek radestî welatî wî bêkirin an jî bi zorê bêvegerandin. Pêwîst bû radestî Netewên Yekgirtî (NY) hatiba kirin an jî biriban dadgehê û dadgehê biryar li ser daba, ne ku radestî Îranê hatiba kirin.”

Hikûmeta Kurdistanê lîjneyek derbarê dosyeya Mistefa Selîmî de pêkanî

Di derheqa bûyerara destkirina Mistefa Selîmî de, li gor daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi fermana Serokwezîr MesrûrBarzanî, lîjneyek jibo lêkolînkirina vê bûyerê hatiye pêkanîn.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil dibêje; „Hikûmeta Herêmê agahdarê vê mijarê nîne û eger tiştek wiha rû dabe,  ev yek bêyî agahdariya hikûmetê hatiye kirin.”

Hemû agahî eşkere dikin û edresa radestkirinê; „Silêmaniyê û Asayişa Pêncewînê“ didin nîşan. Divê berî her tiştî Îstîhbara YNK-Zanyarî, berpirsîyarên Silêmanî û serkirdeyên YNK bersîva radeskirina Mistefa Selîmî bidin.

Çawa Kurdek, ku ji Rojhilatê Kurdistan, bi sezaya dardakirinê 17 salan di zîndanê de dimîne û fersend dikeve destê wî, ji zîndanê direve û tê xwe davêje bextê axa azad û ev kes têt girtin û teslîmî dijminê Kurd û Kurdistan dibe?

Çawa bê ku hayê dadgehên Kurdistan, Serokwezîrê Kurdistan û hikûmeta herêma Kurdistan jê hebe, girtîyek siyasî ku bi sezaya Îdamê ye, bi destê asayîşa Silêmanîyê û îstîhbara YNK têt girtin û teslîmî Îran dibe, bê xofa hesabdanê di dilê wan keve?

Evana çawa vê didin ber çavên xwe û ji biryarên Dadgeha Herêma Kurdistan û biryarên Parlementoya Kurdistan natirsin?

Eger berpirsîyarên xîyaneta Kerkûk bihatana ber dadgehê û bihata sezakirin, îro bûyera Mistefa Selîmî dernediket ber me û van hêz û kesan ev kiryar nedida ber çavê xwe, dubare nedibû!

Divê hîn pirtir, Dozgerîya Kurdistan, Parlemento û Hikûmeta Kurdistan bi van bûyerên xîyanetkar xwe bêîtîbar neke. Hêza hesappirsînê bidest bixe û bikarbîne.

11.04.2020

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin