Nêçîrvan Barzanî li ser agirbestê peyamek belav kir

Nêçîrvan Barzanî li ser agirbestê peyamek belav kir

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgirî da peymana agirbestê ya di navbera Amerîka û Îranê de û got, "Ev bi pêşketin, ji bo kêmkirina alozî, parastina sivîlan û vegerandina diyalogeke avaker gaveke girîng e."

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku ew bi mercê vekirina Tengava Hurmizê, agirbesteke dualî ya 2 hefteyî ya li gel Îranê qebûl dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got:

"Ez piştgiriyê didim peymana agirbestê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê de.

Ev bipêşketin, ji bo kêmkirina alozî, parastina sivîlan û vegerandina diyalogeke avaker gaveke girîng e.

Pêzanînên me ji bo hewlên hemû aliyên ku di hêsankirina vê agirbestê de beşdar bûne, hene."

Nêçîrvan Barzanî her wiha hêviya xwe anî ziman ku her du alî jî bi niyeta paqij pêbendî vê sozê bin û got:

"Ez hêvîdar im ku hemû alî bi niyeta paqij pêbendî vê sozê bin û ji bo aştiyeke mayînde bixebitin ku aramî, ewlehî û geşedanê li seranserê herêmê pêş bixe."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin