Mistefa Kazimî û çarenivîseke nediyar

Mistefa Kazimî û çarenivîseke nediyar

.

A+A-

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku di demjimêrên sibeha îro de hewla kuştina wî hat dayîn, berpirsê berê yê Dezgeha Îstîxbareta Iraqê bû û danûstandinkarekî şareza ye, lê niha çarenivîsa wî ne zelal e, taybet jî piştî hilbijartina parlamentoyê.

Mistefa Kazimî ku sala 1967an ji dayîk bûye, Gulana sala derbasbûyî, piştî rikaberiyeke zêde ya di navbera berbijêrên posta serokwezîriyê de, bû Serokwezîrê Iraqê. Kazimî her li Iraqê hiqûq xwendiye û paşê ji ber rejîma berê ya Iraqê koçî Ewropayê kir û li wir wek rojnamevanekî opozisyonê kar kir.

Piştî ku sala 2003an Hêzên Hevpeymaniya bi serokatiya Amerîkayê hikûmeta Sedam Husên jinav birin, Mistefa Kazimî vegeriya Iraqê û ji bo damezrandina Tora Medyayî ya Iraqê bû alîkar û tawanên rejîma Beis arşîv kirin û wek çalakvan û piştevanekî mafên mirovan kar kir.

2016 sala guhertinê bû di karê Mistefa Kazimî de, Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Heyder Ebadî, di wê heyama şerê dijî DAIŞê de, Kazimî wek Serokê Dezgeha Îstîxbareta Niştimanî ya Iraqê diyar kir. Li gor çend çavkaniyên nêzikî Kazimî, wî di wê heyamê de peywendiyên xwe li gel Washington, London û welatên din bihêz kirin.

Çavkaniyek pilebilind ê siyasî ji AFPyê ragihandibû, Mistefa Kazimî, “peywendiyeke pragmatîk li gel Amerîka û lîstikvanên sereke yên li meydana Iraqê hene. Van dawiyan jî karî peywendiyan li gel Îranê jî pêk bîne.”

Mistefa Kazimî ku berî niha rojnamevan bû, peywendiyeke baş li gel Şazadeyê Cihnişîn ê Siûdiyê Mihemed Bin Selman jî heye. Di serdana bo Riyadê de Mihemed Bin Selman pêşwaziyeke germ li Kazimî kiribû.

Sala 2018an navê Mistefa Kazimî ji bo wergirtina postê Serokwezîriyê derket pêş, lê wê demê Adil Ebdulmehdî bû Serokwezîrê Iraqê û di dawiya 2019an de jî ji ber xwepêşandanan, Ebdulmehdî dest ji kar berda û Kazimî cihê wî girt.

Berî hilbijartina wî wek serokwezîr, navê Kazimî bi wê belav bû ku berbijêrê dilxwaz ê Serokomarê Iraqê Berhem Salih e, lê şêwirmendekî siyasî yê agahdar ji giftugoyên pêkanîna hikûmetê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji AFPyê re gotiye, “Kazimî dudil bû ji wê pêngavê, heta ku tiştek piştrastkirî nebe.”

Destpêka sala 2020, grûpên çekdar Mistefa Kazimî bi wê tometbar kirin ku têkildar e bi kuştina Qasim Sulêymanî û Ebu Mehdî Muhendis, lê Kazimî bi rêya berpirsê stafa Ebdulmehdî Mihemed El Haşimî, hewla başkirina peywendiyên li gel Îran û hevpeymanên wê yên li Iraqê da. Bi hebûna wan grûpên çekdar ên nêzikî Îranê jî, li gor gotina wî Şêwirmendê Siyasî, Kazimî peywendî û rêkeftineke berfireh li gel Şîeyan kir û vê yekê jî wisa kir ku şensê wî zêdetir be ji bo wergirtina postê Serokwezîriyê.

Mistefa Kazimî li gel wan gefên grûpên çekdar ên li ser wî, rûbirûyê krîza aborî û Coronayê jî bû û li gel wê jî, hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê ragihand ku biryar bû 2022an pêk bê. Lê hilbijartina pêşwext roja 10ê Cotmeha îsal hat kirin.

Encamên wê hilbijartinê li aliyekî jî tên wê wateyê ku Kazimî rûbirûyê pêşerojeke nediyar e, di demekê de ku bangeşeya wê jî tê kirin ku di hilbijartinê de sextekarî hatiye kirin.

Çavdêrê Siyasî û Serokê Navenda Lêkolînên Aborî ya Rojhilata Navîn a li Londonê Tony Doc amaje bi wê dike, kesekî wek Kazimî dibe ku peywendiyeke rast hebe bo derbaskirina Iraqê ji vê krîzê lê “Iraq di heyameke hestyar de ye û asta metirsiyan gelek bilind bûye.”

Êrişa li ser mala Kazimî û karvedanên wê:

-Demjimêr 02.00ê sibeha Yekşemê bi sê dronan êrişî mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat kirin

- Seroka Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê Seid Meîn ragihand, bi sê dronan êrişî mala Mistefa Kazimî hat kirin, 2 dron ji aliyê hêzên emnî ve hatin xistin, lê yek gihişt armanca xwe

-Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, çend xulek berî êrişê, zanyarî bi Kazimî hat dayîn û bi wî awayî Kazimî ji hewla kuştinê rizgar bû

-Di êrişa bi dronan de sê pasewanên mala Mistefa Kazimî birîndar bûn

-Mistefa Kazimî piştî êrişê ragihand ku tendirustiya wî baş e û got: Dronên tirsonek nikarin pêşeroja welat danin

-Di dema êrişê de ti cor sîstemeke dije-mûşek nehat çalakkirin. Berpirsê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefacî diyar kir, Konsulxaneya Amerîkayê lêkolînê li ser sedema karnekirina sîstema dije-mûşek dike

-Ev êriş di demekê de ye ku heyama du roj e, alîgirên Heşda Şeibî li dijî encamên hilbijartinê xwepêşandanê dikin û roja Înê wan xwepêşanderan hewl dan bikevin `Navçeya Kesk` a Bexdayê

-Di encama aloziyên di xwepêşandanan de, li gor tendirustiya Iraqê, 98 endamên hêzên emnê û 27 kesên sivîl birîndar bûn

-Berpirsên Herêma Kurdistanê, Iraq, welatên Erebî û cîhanê êrişa li ser mala Mistefa Kazimî şermezar kirin

-Mistefa Kazimî wek `kesekî nêzikî Amerîkayê` tê binavkirin û Wezareta Derve ya Amerîkayê her zû êriş şermezar kir û ragihand, êriş “êriş rasterast li dijî dilê dewleta Iraqê hatiye kirin.”

-Îran jî li hemberî vê êrişê bêdeng nebû û Sekreterê Encûmena Asayişa Nîştimanî ya Îranê Elî Şemxanî, hêzên derve wek `sedema êrişê` binav kirin û got, “fitneyeke nû ye ku divê şopa wê bûyerê di odeyên fikrî yên derve de bê şopandin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin