
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got ku rewşa navxweyî ya welatê wan aram e.
Wî ew gotegot jî red kirin ku qala nebaşbûna tenduristiya Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî dikin.
Eraqçî tekez kir ku rewş bi temamî di bin kontrola wan de ye.
Ebas Eraqçî ragihand ku tenduristiya Mucteba Xamineyî gelekî baş e û birêvebirina rewşê di destê wî de ye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê amaje bi wê yekê jî kir ku Tehran amade ye komîteyeke hevbeş bi welatên herêmê re pêk bîne.
Ev komîte dê ji bo lêkolînkirina li ser êrişên dawiyê û zelalkirina wan armancên ku hatine lêdan bixebite.
Eraqçî îdia kir ku operasyonên leşkerî yên Îranê tenê baregeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê dikin hedef.
Wî anî ziman ku heta niha ti cihên sivîl yan jî niştecihbûnê li welatên cîran ji aliyê Îranê ve nehatiye armancgirtin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê îdia kir ku Amerîkayê droneke wekî dronên "Şahid"ê yên Îranê bi navê "Lucas"ê çêkiriye.
Bi gotina Ereqçî ew dron ji aliyê dîzayn û karkirinê ve gelekî dişibe modela Îranî û di êrişên li ser çend welatên Ereban de hatiye bikaranîn.
Eraqçî her wiha got ku dibe ku Îsraîlê êrişî hinek armancên sivîl ên li welatên Ereban kiribe bi mebesta têkdana pêwendiyên Îran û cîhana Ereban.
Hişyariya derbarê jêrxana enerjiyê û Girava Xarkê
Ebas Eraqçî hişyarî da ku eger jêrxana enerjiya Îranê were armancgirtin, dê Tehran di encamê de dezgehên şirketên Amerîkayê yên li seranserê herêmê bike armanc.
Wî derbarê bidawîhatina şer jî got:
"Şer dê tenê wê demê biqede ku garantiya ducarenebûn û qerebûkirinê (tezmînat) hebe."
Eraqçî derbarê Girava Xarlê jî ku navenda sereke ya hinardekirina petrola Îranê ye got, "Kontrolkirina giravê şaşiyeke mezintir e ji êrişkirina ser wê."
Wî derbarê Tengava Hurmizê jî ragihand ku ew rêya stratejîk ji bilî keştiyên Amerîka û hevpeymanên wê. ji bo hemû welatan vekiriye.
Aramiya navxweyî û pêwendiyên dîplomatîk
Ebas Eraqçî rewşa navxweyî ya Îranê wekî "aram" wesifand û ragihand ku ti curên dubendiyan di navbera hikûmet û hêzên çekdar de nînin.
Wî her wiha tekez kir ku pêwendiyên dîplomatîk ên Tehranê bi Qeter, Siûdiye, Uman û welatên din ên cîran re didomin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin