Mistefa Hicrî: Em ji bo dîalogê amade ne

Mistefa Hicrî: Em ji bo dîalogê amade ne

.

A+A-

Piştî 16 salan ji cudabûnê her du Hizbên Demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê bûne yek. Berpirsê Navenda Rêveberiya Giştî ya Partiya Demokrata Kurdistanê Mistefa Hicrî diyar kir heger ew bawerî bi wan re çê bibe ku dê Îran daxwazên Kurdan bi diyalogê çareser bike, ew dikarin bi wan re rûnin.

Niha çav li ser wan e ku bi taybetî ji bo mafên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, plana partiyê çi ye.

Berpirsê Navenda Rêveberiya Giştî ya  Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî got, “Heger em di wê baweriyê de bin ku Komara Îslamî ya Îranê bi rastî gihîştiye wê encamê ku divê daxwazên Kurdên Rojhilat bi diyalogê çareser bike, erê, em ê pê re rûnin.”

Pêşmergeyên Demokrat zêdetir li sînorên Pîranşar û Şîno ên Rojhilatê Kurdistanê û Çoman û Hacî Omeran li Başûrê Kurdistanê hene. Mistefa Hicrî dibêje, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza kişandina Pêşmergeyan ji wan sînoran kiriye, lê wan Pêşmerge venekişandine.

Berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Xalid Ezîzî anî ziman, “Me peyama xelkê Rojhilatê Kurdistanê li aliyekî û yê dostên Hizba Demokrat a Kurdistanê li hemû parçeyan bi taybetî li Başûrê Kurdistanê wergirt û em li ser xebitîn ku vê erkê bicih bînin û Hizba Demokrat bibe yek.”

Piştî 6 sal ji cudabûnê sala 2012an, serokên her du hizban Mistefa Hicrî û Xalid Ezîzî li Konsulxaneya Fransayê civiyan.

“PDK û YNKê pîrozbahî li me nekirin”

Mistefa Hicrî ji ber ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo yekrêziyê pirozbahî li wan nekirine, dilgiran e.

Berpirsê Navenda Rêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî got, “Tevî ku ez rewşa wan li ber çavan digirim, zextên siyasî û pirsgirêkên wan jî li ber çavan digirim lê ez rast nabînim, ji ber ku pîrozkirina serkeftineke ku Kurdan bi dest xistiye ji rêzgirtina bo Komara Îslamî ya Îranê mezintir e.”

Li gor rêkeftina her du hizbên demokrat, heta sazkirina kongreyê komîsyoneke 12 kesî partiyê birêve dibe û Mistefa Hicrî dibe sekreter û Xalid Ezîzî jî dibe berdevk.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin