Li Kirmaşanê du otomobîl li hev qelibîn: 8 mirî

Li Kirmaşanê du otomobîl li hev qelibîn: 8 mirî

.

A+A-

 Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de, 8 kes mirin û kesekî din jî birîndar bû.

Qeza îro saet derdora 14:00an li ser rêya di navbera Kirmaşan û Îlamê rû daye.

Serpereştiyarê Heyva Sora Kirmaşanê Efşîn Yegane ragihand ku qeza ji ber lihevketina du otomobîlên taybet çêbûye.

Efşîn Yegane got, di qezayê de 8 kes ji rêwiyên her du otomobîlan de yekser li cihê qezayê mirine û kesekî din jî birîndar bûye.

Birêvebirê Alîkariya Lezgîn a Kirmaşanê Mesûd Qelesfîdî jî got ku termên kesên ku di qezayê de mirine, piştî ku ji nav otomobîlan hatin derxistin, radestî aliyên têkildar ên polîs û tiba dadî hatine kirin.

Her wiha Mesûd Qelesfîdî da zanîn ku tîmên tenduristiyê yekane birîndarê qezayê bi ambulansê biriye nexweşxaneya bajarê Şaabadê (Îslamabada Rojava).

Salane li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi hezaran kes di qezayên trafîkê de dimirin.

Li gorî amarên fermî yên Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Îranê, ji 21ê Adara 2024an heta 21ê Adara 2025an, yanî di nava salekê de 20 hezar û 45 kesan li Îran û Rojhilatê di qezayên trafîkê de mirine.

Li gorî gotina Mihemed Îsmaîl Qîdarî, Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Beheştî ya Tehranê, qezayên trafîkê li Îranê piştî nexweşiyên dil û penceşêrê, sêyemîn sedema mirinê ne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin