NY: Piştî Esed milyonek kes vegeriyane lê 670 hezar jî koçber bûne

NY: Piştî Esed milyonek kes vegeriyane lê 670 hezar jî koçber bûne

.

A+A-

 Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Ferhan Heq ragihand, piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed li Sûriyê, nêzîkî yek milyon koçber û penaber vegeriyane ser cih û warên xwe. Lê belê, ji ber şer û aloziyên tayifî û mezhebî, 670 hezar kesên din li navxweyî welat koçber bûne.


Ferhan Heq diyar kir, ji meha Berçileya sala borî ve, ji ber pevçûnên navxweyî li Sûriyê nêzîkî 900 kes bûne qurbanî. Herwiha destnîşan kir, ji Mijdara sala borî ve jî, tevî ku nêzîkî yek milyon kes vegeriyane herêmên xwe, li hember vê yekê nêzîkî 670 hezar kesên din ji xelkê koçber bûne.
Derbarê metirsî û xirabiya rewşa navxweyî ya Sûriyeyê de, Heq diyar kir, teqemenî û bermayiyên şer hîn jî li Sûriyeyê berbelav in û bûne gef û metirsiyeke mezin li ser jiyana xelkê wî welatî.
Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY eşkere kir, piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed, 900 kesên sivîl bûne qurbanî, ku ji wan 367 kes hatine kuştin û 542 kes jî birîndar bûne. Hate gotin ku sêyeka qurbaniyan jî zarok in.
Heq got jî: “Tevî kêmasiya jêder û piştgiriya darayî, Rêxistina Neteweyên Yekgirt niha jî di alîkariya nêzîkî heşt milyon Sûriyan de berdewam e.”
Herwiha, Komîseriya Bilind a Penaberan a NY (UNHCR) di raporta xwe ya dawî de amaje bi wê yekê kiriye, nêzîkî 481 hezar û 730 penaberên Sûrî ji welatên cîran vegeriyane warê xwe. Li gorî tomarên dawî yên Desteya Karûbarên Koçberan jî, heta 8ê vê mehê, yek milyon û 186 hezar û 147 koçberên navxweyî li Sûriyeyê vegeriyane ser mal û milkên xwe.
Di raporta Komîseriyê de herwiha hatiye diyarkirin ku li herêmên peravê yên Sûriyeyê, li bajarê Tertûsê alîkarî ji 1683 malbatan re, li Laziqiyê alîkarî ji 2610 malbatan re û li gundewarê Hemayê jî alîkarî ji 97 malbatan re hatiye pêşkêşkirin.
Destnîşan kir jî, ji destpêka kampanyaya vegera penaberan di 20ê Çileya 2025an de, UNHCR alîkarî daye zêdetirî du hezar penaberên Sûrî da ku ji Urdinê vegerin welatê xwe.

K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin