
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) dê cejna 15'ê Gulanê pîroz bike
.
A+A-
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) dê bi hinceta 15'ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî, çalakiyek li Stenbolê lidar bixe.
Li gorî daxuyaniya ku hat belavkirin, PWK bang li hemû gelê Kurd dike ku di roja 17'ê Gulanê de saet 14:30'an de li Nûnertiya PWK'ê ya Stenbolê (Kadınlar Pazarı, Fatih/Stenbol) beşdarî pîrozbahiya Roja Zimanê Kurdî bibin.
Bi dirûşma "Dar ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe....", ev çalakî dê bala mirovan bikêşe ser girîngiya zimanê kurdî û parastina wî.
Tê payîn ku ev çalakî dê bibe platformek bona nîqaş û xebatên li ser parastina û pêşxistina zimanê kurdî.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin