Mistefa Balî: Rûsyayê sozek sîyasî daye me

Mistefa Balî: Rûsyayê sozek sîyasî daye me

Berpirsê Ragihandinê yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ragihand ku Rûsya ji bo destpêkirina dîyalogên sîyasî di navbera Rêveberîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Sûrîyê de saz daye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berpirsê Ragihandina HSDê Mistefa Balî ji Rûdawê re di derbarê rêkeftineke sîyasî ya li gel hikûmeta Sûrîyê de ragihand, ku ji bilî rêkeftina leşkerî ti rêkeftineke sîyasî û gotûbêjên rasterast li gel hikûmeta Şamê nehatine kirin û destnîşan kir, her gotûbêjek di navbera wan û alîyê hikûmeta Sûrîyê de hebe, bi rêya Rûsyayê tê kirin.

Mistefa Balî got: “Heta niha ti hevdîtinên me yên rasterast ligel hikûmeta Sûrîyê nebûne, hevdîtinên me ligel hikûmet û artêşa Rûsyayê bûne û bi garentorîya Rûsyayê peywendî lgel Sûryê têne kirin. Ji bilî rêkevtina Soçî belavbûna hêzên leşkerî yên hikûmeta Sûrîyê li ser sînor ji Çemê Ferat heta Çemê Dîcleyê ti rêkevtin nehatine kirin. Li dervey belavbûna hêzên leşkerî yên hikûmeta Sûrîyê li ser deverên sînorî rêkevtinek nû nîne. Li sistema Rêveberîya Xweser, rewşa navxwe û sazîyên Rojavayê Kurdistanê ti guhertinek çênebûye. Ti sazîyên hikûmeta Sûrîyê dê li herêma me nebin. Niha Rûsya alîyê garentor e, û soz daye ku dîyalogên sîyasî di navbera Kurdan û hikûmeta Sûrîyê de dest pê bike. Lê ew dîyalog dê ne di navbera HSD û hikûmetê de be, dîyalog dê di navbera partîyên sîyasî yên Rêveberîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û hikûmetê de be, çimkî ev pirsgirêk pirsgirêkek sîyasî ye, ne leşkerî ye. Heta niha ti sazîyên hikûmeta Sûrîyê nehatine herêma me û dê bêyî rêkevtin neyên.”

Balî dîyar kir ku Amerîkayê bi biryara xwe ya vekişandina hêzên xwe ji herêmê bêhêvîyek çêkir û wiha pê de çû: “Lê em bibêjin Amerîkayê xîyanet kir, tiştek wiha nîne, heta niha jî Amerîka li herêmê weke garentorekê heye. Hêzên Amerîkayê li Rimêlan, Qamişlo, Dêrik û çend herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê hene. Rûsya û Amerîka ne du dewletên ji rêzê ne, em wan weke du dewletên cîhanê birêve dibin dibînin. Divê rola herdu hêzan li herêmê ji bo çareserîyê hebe. Dibe ku ew çareserî ne bidilê me be û ne li gor dilê rejîmê jî be, lê çareserîyeke sîyasî ye. Em pê bawerin ku ji bo li vê herêmê aramîyek çêbibe, divê çareserîyeke sîyasî were dîtin. Bêguman garentorên vê çareserîyê dê Rûsya, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî bin.”

Berpirsê Ragihandinê yê HSDê anî ziman ku helwesta Tirkîyê her tim li dijî gelê Kurd e, ne tenê li dijî YPG û YPJê ye di heman demê de li dijî Başûrê Kurdistanê jî helwestek Tirkîyê heye.

Derbarê mijarê de jî Balî wiha axivî: “Dema ku rêveberîya vê derê, referamdum kir û ji gelê xwe pirsî hûn çi dixwazin. Erdogan derket û got ‘em dê rêyên wan bigirin û wan ji birçina bikujin’. Erdogan gefa vê yekê xwar. Ma li vê derê jî YPG, YPJ û PYD hebû? Mixabin ev helwest ji bo gelê Tirkîyê jî neçareserî ye. Gelê Tirk û gelê Kurd ev bi sedan salan e cîranên hev in. AKP li ber çavên cîhanê alîkarîya DAIŞê dikir û balafirxaneyên xwe ji DAIŞîyan re vedikir, lê niha hêzekê ku tevahîya pêkhate û gelê bakurê Sûrîyê ji DAIŞê diparest, wan bi terorê tawan bar dike. Cîhan ewqas ehmeq nîne. Eger cîhan ji bo alîkarkirina AKPê ji DAIŞê re çavê xwe bigire, lê ji bo tawanbarkirina hêza yekemîn a li dijî DAIŞ şer kirî çavê xwe nagire. Hevpeymanîya navdewletî ji 81 welatan pêktê û wan hemûyan bi hev re rêkevtin ligel HSDê kirine.”

Balî behsa rewşa Serê Kanîyê û Girê Spî kir û ragihand, li wan navçeyan tevî guhertina demografîyê, Tirkîyê tawanên şer û cenosayd û komkujî encam dane û artêşa Tirkîyê û grûpên çekdarên girêdayî wê pabendî agirbestê nabin û rojane navçeyên Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin û wiha domand: “Niha Girê Spî û Serê Kanîyê hatine dagirkirin û guhertina demografî pêk hat û kesek Kurd, Suryan, Êzidî û Fileh li wê herêmê nehiştin. Nêzîkî 400 hezar kesan koçber bûn. Lê tevî her tişt di 17yê meha borî de agirtbestek hat ragihandin û hêvîya me hebû ku bi garentorîya Amerîka û Rûsyayê agirbest li herêmê bicih bibe, lê heta niha jî Tirkîyê ew agirbest pêk nehanîye û zêdeyî 200 êrişan kirîye. Li gundê Qurfelê komkujî pêk hat, ew gund ne gundê Serê Kanî yan Girê Spî ye, gundê Kobanî ye.”

Balî herwiha bal kişande ser wê yekê ku ji dema destpêkirina agirbestê û heya niha Tirkîyê û grûpên girêdayî wê nêzîkî 80 gundên Rojavayê Kurdistanê dagîr kirine.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin