Alçi: Ataturk serkirdeyekî mezin e lê li Dêrsimê komkujî hat kirin

Alçi: Ataturk serkirdeyekî mezin e lê li Dêrsimê komkujî hat kirin

Rojnamevana Tirk, Nagehan Alçi ragihand ku bûyerên di salên 1937 û 1938an de li Dêrsimê çêbûn bi “jan” in û ‎got: “Ataturk serkirdeyekî gelekî girîng e lê di salên 37-38an de li Dêrsimê komkujî hatîye kirin.‎”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Kanala ARD a Almanî ku televîzona dewletê ye, belgefîlmek bi navê “Komkujîya Hatîye Jibîrkirin – Kemal Ataturk Elewî Çawa ‎Kuştin?” belav kir.

Di belgefîlmê de qala wê yekê tê kirin bê Komara Tirkîyê ligel ‎Almanyaya Nazî û Kemal Ataturk ligel Hitler çawa bi hev re kar kirine.

Di belgefîlmê de tê gotin ku ‎hikûmeta Tirkîyê, ji Almanyaya Hitler 20 ton gaza bi jehr kirîye û sala 1937an bi fermana Ataturk ew gaza ‎kîmyayî di komkujîya Dêrsimê de hatîye bikaranîn.‎

Rojnamevana Tirk, Nagehan Alçi jî di bernameyeke televîzyonî de ev belgefîlm nirxand.

Nagehan Alçi bal kişande ‎ser wê yekê ku di belgefîlmê de tê gotin, di sala 1937an de Mustafa Kemal û bi îmzeya serokwezîrê wê ‎demê yê Tirkîyê, Enqerê ji rêveberîya Hitler 20 ton gaz kirîye û got: “Ev belge berê di rojnameya Dêrsimê ‎de hatibû belavkirin.”‎

Alçi got: “Bûyerên 1937-1938an bûyerên gelekî bi jan in. Ataturk, serkirdeyekî gelekî girîng e lê di salên ‎‎37-38an de li Dêrsimê komkujî hatîye kirin.”‎

Çavkanî: Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin