Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr -4

Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr -4

Bîranînên wan û bîranînên bûyêrnûs û zanyarên Asûr ên Mezopotamyaya Jorîn, îro di bîra kurdan û Asûran de hîn jî bi awayekî zindî tê parastîn û dijî.

A+A-

 

Ebû Seîd Mensûr bîn Îsa Nexweşxaneya Farqînê ava kir

 

Hin bûyêrnûsên Ereb wekî Ibn Ebî Ûseybîye (1194-1270), bi pesindayînê behsa Ebû Seîd Mensûr bîn Îsa yê bijişkê Farqînê dikin, ê ku nasnavê Zahîd El Ulama (zanyarê herî qenc ê ku haya wî ji malê dinyayê nîn e), heq kiribû.

 

 “Zahîd El Ulama, Ebû Seîd Mensûr bîn Îsa ye; ew xrîstîyanekî Nestûrî yê bi helwestên xwe ve binavûdeng bû û birayê wî jî Metropolît ê Nisêbînê bû.  Ewî, di xizmeta Nasir El Dewle de bibû pisporê tendurustîyê (ew kesê ku, Ibn Bûtlan pirtûka xwe ya “Şahîya Bijişkan” li ser navê wî -Nasir El Dewle- nivîsîye).   Nasir El Dewle pir rêz li  Zahîd El Ulama digirt, di warê tendûrustîyê de ewlehîya xwe gelekî pê tanî û bi nêteka pir baş nêzîkatî lê dikir..Zahîd El Ulama Nexweşxaneya Farqînê ava kir.”

 

Useybîye gotinên xwe didomîne û ji xwendevanên xwe re sedema avakirina nexweşxaneya Farqînê rave dike; “Doteka Nasir El Dewle ya kêfa wî pir jê re dihat hebûye û piştî ew dota wî, bi nexweşîyeke pir  dijwar ketîye. Ewî (Nasir El Dewle), bext daye ku, kê dota wî baş bike, dê bi qasî giranîya wî pereyan, bi xêra xwe bide wî kesî. Û dema ku Zahîd El Ulama nexweşîya dota wî baş dike, peşnîyarekê ji Nasir El Dewle re tîne û dibêje  ku heger bi dilê wî jî be, bi wan pereyên ku soza dîyarîya bi xêra xwe dabû wî, ew dikare nexweşxaneyekê ava bike û bi vê yekê her kes dê jê sûd werbigire.  Û bi vê yekê, ewî dê heqê xwe bistanda û dê nav û dengê wî jî dê belav bûya.  “

“…Nasir El Dewle fermana avakirina nexweşxaneyê da wî û gelekî pere li ser xerç kirin; Nasir El Dewle,  ji bo debara nexweşxaneyê bête mîsogerkirin û siberojê de xizmeta wê qût nebe, hin erdan li ser nexweşxaneyê weqf kirin û amûr û alavên bijişkîyê yên herî baş jî tê de bi cî kirin. “.

Useybîye, “Uyun El Anba Fî Tabaqat El Atibba”, berhevkirina 380 jinenîgarîyan, li Misirê di 1921-an de hatîye weşandin,  li Beyrûtê careka dî hatîye çapkirin, r. 341, wergera wê Ephrem Isa YOUSIF)

 

Ebû Seîd Mensûr bîn Îsa, bi dilekî esîl û nizm, bi hêjayîbûna pesindayîna xwe, nexweşxaneyê bi rê ve bir û bi dilsozî hay ji nexweşên niştecihên Farqînê ma û wan baş kir.

 

Ew, her wiha niviskarekî bû. Ewî di der barê dermanan de gelekî ceribandinan nivîsîn û li ser şîrovekirina xewn û dîmenan jî pirtûkek nivîsî. Têkilîyên wî û birayê wî Elîas, ê ku xebata xwe ya “Pirtûka Pakîyê” li ser navê wî (li ser navê Zahîd El Ulama) nivîsîbû, pir baş bû.

 

 Ibn Bûtlan ê Felsefevan û Bijişk di civata Farqînê de

 

Bijişkê din ê binavûdeng ê wê demê, Ebû El Hesen El Muxtar bû, ê ku wekî Ibn Bûtlan dihat zanîn û di nav bera wî û Mîr Nasir El Dewle de têkilîyên pir baş hebûn.  Ew pisporekî navdar, felsefevan, civaknas û polîgrafekî (kodveşêrekî) bû. Ev zanyarê Asûr ê Rojavayî, xwendekarê bijarte yê Ebu’l Ferec ibn El Tayyîb bû, ê ku keşetî, bijişkî  dikir û her wiha şîrovekarê Arîsto bû (mirina wî (ya Ebu’l Ferec ibn El Tayyîb) ; piştî 1043-an)

 

Ibn Bûtlan ê ku ji hemû ramanan re rêza wî hebû, pirecaran rêwîtîya ber bi Sûrîye, Misirê û Stenbolê ve pêk tanî. Ewî serîyekî li Dewleta Farqînê jî da  rewşa wê a ronak û bêhempa, Ibn Bûtlan ber bi xwe ve vekişand. Ewî, ji bo ku dixwest Merwanî jê hez bikin, pirtûka xwe ya “Şahîya Bijişkan”  li ser navê Merwanîyan nivîsî,  a ku nav de bijişk û tevgerên wan, bi awayekî pêkenokî  dihatin rexnekirin.

 

Ibn Bûtlan Elîas ê Nisêbînî re jî hevdîtin pêk anî û pê re têkilîyên dostanî danî. Metropolîtê ku Ibn Bûtlan wekî “Şêxê me” bi nav dikir, rêza xwe ya bo wî teqsîr nekir û pirtûka xwe ya “Pirsên di der barê Peymana Nû De” li ser navê wî nivîsî.

 

Ibn Bûtlan di der barê tenduristîyê û olê de xebatên dî jî nivîsî, yek ji wan şîretên paqijmayînê “Taqwîm El Sıhha” bû ku em dikarin weke “Jinûveavakirina Tenduristîyê” biwergerînin. Di salên xwe yên dawîn de, ewî xwe ber bi dêreka nêzî Antaqîya ve kişand û di sala 1066-an de li wir koça dawîn kir.

 

Encam

 

Pêwendîya rêzdar a di nav bera Nasir El Dewle û Elîas ê Nisêbînî, tenê bi mirina Metropolît a derûdora sala 1046-an de qut bû.

 

Nasir El Dewle ê Merwan, di sala 1054-an de bêgav ma ku serdestîya Tuxrul Beg ê Selçûqî bipejirîne, ê ku li piranîya Cizîrê desthilatdar bibû, lê Nasir El Dewle dîsa jî desthilatdarîya xwe ya li herêmên xwe parastin.  Ew jî di sala 1061-an de koça dawîn kir.

 

Ew serdema xweş, a ku nav bera kurd û Asûran de di nav aştî û hestên xweşik  de derbas bû, di qada jîyana çandî de zengînîyên bêhempa afirandin. Di warê bazirganîyê de têr û tije, di warê huner, pîşesazî û zanînê de çalak, bi kurtî serdemeke bêhempa bû. Nasir El Dewle ê Merwan, li Amedê nivîsarên qerase û dîrokî, yên ku hîn îro jî ronakbûna desthilatdarîya wî xweş nîşan dide, li dû xwe hiştin.

 

Piştî mirina Nasir El Dewle, hêza Merwanîyan şikest û Merwanî lewaz ketin. Kurê wî yê duyemîn Nîzam kete şûna wî û ew heta 1079-an hikim kir, pey wî  jî vêca kurê wî Nasir El Dewle Mensûr hat.

Pira Deh Derî ya li ser çemê Tîjle, ji hêla kurê Nasir El dewle Ehmed ê Merwan, Nîzam El Dewle ve derûdora sala 1065-an de li Amedê hatîye avakirin (Xerzî Xerzan)

 

Dawîya Xanedana Merwanî di nav bîneka xayintîyê ya genî de hat. Ibn Cehîr ê wezîrê wan ê berê, ji Amedê ber bi Bexdayê ve çû. Li wira, ewî Siltan Melîk Şah ê birazîyê Tuxrul Beg û wezîrê binavûdeng Nîzam El Milk qanî kirin ku destûr bidine wî, da bikaribe êrîş bibe ser Farqînê.

 

Dema bajêr kete destê Ibn Cehîr, ewî dest danî li ser xezîneyên bêhempa yên Merwanîyan û wan ji bo xwe hilanî. Ji wê rojê pê de, Amedê bêtir û hema rasterast kete bin rêveberîya Selçûqîyan. Mîrê dawîn Nasir El Dewle Mensûr, tenê dikaribû bajarê Cizîra Ibn Omer parasta.

 

Melîk Şah di sala 1092-an de mir û piştî mirina wî, Amed a ku pir tengasî kişandibû, bêtir azad û serbixwe ma.

 

Û her wiha, Merwanî bi tevahî winda nebibûn. Di bûyêrnameya Patrîkê Asûr ê Rojavayî Mîkhaîl ê Asûr, a ku  sala 1195-an hatîye nivîsandin de, hatîye tomarîkirin ku Merwanî di nîveka sedsala XII jî xuyayî ne û navê wan dibihure.

 

 (“Bûyêrnameya  Mihaîl ê Asûr” J.B. Chabot, Parîs, 1899-1910)

 

Mihaîl dinivîse ku, ji sala 1134-an pê de, Zengî yê Tirkê Selçûqî û walîyê Musilê, pirecaran bo talana kurdan êrîş birîye ser axa wan û li hemberî hin elên kurdan dest bi seferan kirîye û kelehên wan zevt kirine. Piştî zevtkirina Rihayê ya di sala 1144-an de, Zengî xwest ku desthilatdarîya xwe li seranserê mîrnişînîyên hawirdor ên cînar bide pejirandin. Ev yek wisa kir ku, bê guman herêma Nisêbînê jî xera bû, kelehên  wan nikaribû xwe li ber hêzên Zengî bigirin û ji ber vê yekê wan kelehan vale kirin, herêm beyar ma.

 

Yek ji nevîyên Merwanîyan, Ehmed, hîn jî li keleha Hetaxê dima. Mîrê Mêrdînê Tîmûrtaş Husameddîn, ê ku kurê Mîrzayê bihêz ÎlGazî (mirina wî piştî 1122-an) bû lê ne ji malbata Zengîyan, ji malbata Artûqîyên Tirkmen bû, dixwest ku ev keleh zevt bike û ji ber vê yekê amadehîya dorpêçkirina wê dikir. Ev xanedana biçûk a Tirk, ji 1102-an heta 1408-an li Amedê dem bi dem, desthilatdar dibû.

 

Ê Kurd, bilez daxwaza girêdana peymanekê kir:

 

 " “Di vê kêlîyê de, cîyê zexm ê Hetaxê, ê ku qet neketibû destê Tirkan, di destê endamekî malbata Kurên Merwan de bû. Ewan xwedî pênaseya Siltan bûn û li Farqînê dijîyan. Di nav bera van torînan de şer, pevçûn û nerazîbûn rû da. Husameddîn,  dizanibû ku , ên Kurd  tim û daîm  li hev nakin û ji hevûdin acis in, dorpêçkirina kelehê salek û çar meh domand. Piştî, Ehmed daxwaza peymangirêdanekê kir. Tîmûrtaş zêran û hin gundên welatê xwe danê û kelehê jê stand.  . Lê pişt re, ê Kurd ji biryara xwe poşman bû û ji bo ku kelehê careka din bikaribe bistîne, hawara xwe gihand Mîrê Amedê û jê alîkarî xwest, lê bi ser neket". 

 (Bûyêrnameya Mihaîl ê Asûr, Cilda III, r. 264)

 

Axir, destana xweş a Merwanîyan bi dawî bû, ên ku di herêma Amedê hikimdar bûn û gelên cînar bi rê ve dibirin. Ma ew, li ser çîyayên bilind, mîna taca pirûpak a ji berfê, nedibirîqîya?  Bîranînên wan û bîranînên bûyêrnûs û  zanyarên Asûr ên Mezopotamyaya  Jorîn, îro di bîra kurdan û Asûran de hîn jî bi awayekî zindî tê parastîn û dijî.

 

(12ê Îlon a 2000-an)

 

Lîsta kronolojîk a Mîrzayên Merwanî

 

El Hesen ê Merwan (990-997)

Mûmehhîd El Dewle Seîd (997-1011)

Nasir El Dewle Ehmed ê Merwan (1011-1061)

Nîzam El Dewle Nasır (1061 – 1079)

Nasir El Dewle Mensûr (1079-1085)

 

Zanyarên Asûr

 

Gabrîel bin Abdallah bin Boxtîşo (mirina wî; piştî 1002-an

Elîas ê Nisêbînî  (975-1046)

Ebû Mensûr Ibn Îsa (her wiha Ibn Bûtlan, mirina wî; piştî1066-an)

Mikhaîl ê Gewre (1126-1199)

Bar Hebraûs (1226-1286)

Ji zimanê Îngilîzî**: Xerzî Xerzan

Dîrokurd

Bitikînin: Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr -3

 

Bitikînin: Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr -2

 

Bitikînin: Mîrzayên Merwanîyên Kurd û Zanyarên Asûr -1

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin