
Li Kirmaşanê êrişa bi mûşekan: 8 mirî
.
A+A-
Alîkarê Parêzgarê Kirmaşanê ragihand ku bi mûşekan êrişî çend yekeyên nîştecihbûnê hatiye kirin û di encamê de 8 kes mirine.
Êriş berê sibehê îro bi mûşekan li Taxa Çeqagulanê ya navenda parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê hate kirin.
Alîkarê Parêzgarê Kirmaşanê Behram Suleymanî diyar kir ku di encama êrişê de çend avahî hilweşiyane û 8 kesan canê xwe ji dest da.
Li gorî zanyariyên Behram Suleymanî, 4 ji qurbaniyan xwendekarên keç in û navên wan bi vî rengî ne: Esel Kehrîzî, Yelda Kerîmî, Yekta Kerîmî û Panya Îmamî.
Heyva Sor a Îranê ragihand ku di encama êrişê de zêdetirî 10 avahiyan zerer dîtiye yan jî bi temamî hilweşiyane.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin