Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Mirov di siyasetê de çawa qezenc dike?

A+A-

Helbet siyaset karê siyasetmedaran e. Ew kesên di vî warî de xwe amadeyê karê siyasî dikin, ji bona bi ser bikevin berê xwe perwerde dikin, dixwînin, dibînin, dizanin û dixwazin vê bide civata xwe, xelkê xwe.

Ji ber vê ew kesên xwe amadeyî karekî weha dibînin, têne ba hev, li ser destûr û bernameyekê li hev dikin. Bi vê li hevkirinê partiyekê an jî rêxistinekê bi hevre dadimezrînin.

Damezrandina wê partî an saziyê jî ew e ku ji bona gelê xwe ê bindest kar û xebatê bike da ku wî gelî ji bin zilma dijmin an dagirkeran azad bike.

Bi vê armanc û hedefê derdikevin ser rêya azadiya ji bona gelê xwe. Kar dikin xebatê dikin û dixwazin gelê xwe bi ber meselê bixin ku ew gelê hêsîr (dîl) hatiye girtin, dagirker çawa dixwazin li gor dilê xwe wî bi rêve dibe, azad bikin

Dema dagirker welatekî û xelkekî dagir dikin ew tim ji wî xelkî bi tirse ku ew dikarin rojekê li hember wan serî hildin û azadiya xwe bi dest bixin. Di dîrokê de her weha jî bûye…

Ji ber vê û bi vê  helwestê dagirker ji bona gelê dagir kirîye, azad nebe çi ji wan tê dikin. Ew gelê dagirkirî jî, li gel rêvebir û pêşevanên xwe hewl didin, kar dikin gelê xwe azad bikin.

Dema rêxistineke tê damezrandin, hejmara wan diyar e. Lê çi dema ew hejmar zêde bû ev tê wê wateyê ku ew rêxistin bi pêşve çû ye. Ji ber ku hejmera xwe zêde kir.

Lewra jî qezenckirin, serketin bi hejmara xwe zêdekirinê destpê dike. Heger te ji nava sed kesan yek jî qezenc kir aha ev jî dibe serketin. Loma divê em kurd li gor vê pîvanê tevbigerin û karê xwe ê siyasî bikin.

Niha vegerim mesele hilbijartina şaredariyên li tirkiyê û li bakurê Kurdistanê. Min di vê derbarê de nivîsek bi sernavê ”Vê hilbijartinê çi da me Kurdan?” nivîsî bû, lê min xwest di vê nivîsê de hinekî cûda mesela serketin û wendakirinê bînim zimên, da ku hin êdî devên xwe bigirin, qelemên xwe bi xerabî bi kar neynin.

Em hemî dizanin û şahîdê wê yekê ne ku piştî şerê PKKê ne di berjewendiya gelê me de bû û heta niha ew li bakurê kurdistanê bûye desthilat. Rojeva kurdan ew li gor xwe diyar dike. Heta jê bê û tê naxwaze vê desthilatiyê ji destê xwe berde û rêxistineke an tevgereke kurd weke alatarnatÎf dernekeve, çi ji wê tê dike, kiriye û wê bike.

Piştî 30-40 salan kurd li bakurê kurdistanê bi navê tifaqa welatparêz û demokrat bi serpereştiya PAK û PSK ê bi namzetên serbixwe cara yekem ketin hilbijartinê.

Her çiqasî ew denganîna wan ne bi dilê me jî be, lê li gor min ew serketinek bû. Divê kurd vê serketinê xweşik şirove bikin û li ser wê rawestin.

Ev çawa serketin bû???

Bala xwe bidinê ji roja HDPKK ketine hilbijartinan heta niha ew bi tenê ye û li gor dilê xwe, li gor helwesta xwe ya ne di berjewendiya gelê kurd de ye  dengan tîne an xelk dide wan.Naxwazin û heta ji wan bê wê nehêli altarnatîfeke din ya kurdan li bakurê kurdistanê derkev e.

Lê di vê hilbijartina sala 2019an de weha nebû. Altarnatifek bi navê tifaqa welatperwer û demokrat hate damezrandin. Vê namzetên xwe yên şaredariyan destnîşan kirin û ketin hilbijartinê.

Ev bi serê xwe cesaretek bû ku wan kirin. Bi vê wan, ew tirsa li ser rêxistinan û gel rakirin. Ev bi xwe serketina yekem bû.

Serketina dudan; wan bi çalakî û bi xebatên xwe, dengekî taze, rêya çareseriyê nîşanî gelê xwe dan. Ev jî serketina dudan bû.

Serketina sisiyan jî ev bû; wan bi vê xebatê zêdeyî çar hezar deng anîn. Heger ew tunebana, heger ew neketibana hilbijartinan ev deng jî wê ji siyaseta şaş re biçûya ku ew siyaset jî armanca wê kurdan bikin tirkiyeyî,

Heger em girtina ewqasî deng weke serketinê nebînin, divê em dev ji siyasetê berdin. Siyaset ew e ku tu ji tune de hebûnekê dixuliqîne.

Piştî ewqasî dem tu li hember hêza ku tenê xwe xwediyê kurdistanê dibîne(!), bi hêz e, xwedî pere ye, xwedî îmkanên mezin e, çekdarê wan hene û tu li hember vê hêzê dibe xwediyê xwe û zêdeyî çar hezar dengan.

Yên vê weke serketinekê nebînin, ya ji siyasetê fêm nakin, ya naxwazin vê rastiyê bîbînin, ya jî nawazin xelk vê guherandina nûjen bizanibin.

Serketin ew e ku te ji tune de zêdeyî çar hezar deng ani ye. Te xwe bi dengekî cûda bi xelkê daye nasîn. Te di kuçe û kolanên welatê xwe de bi zimanê xwe kirî gazî, hawar û bangî gelê xwe kirî ye da ku êdî bizanibin ew ne bê xwedî û altarnatîf in.

Önceki ve Sonraki Yazılar