"Mîheke firotîye, pereyê wê têra cezayê bi kurdîaxiftinê nekirîye"

"Mîheke firotîye, pereyê wê têra cezayê bi kurdîaxiftinê nekirîye"

Li gor raporeka navxweyî ya dewletê divê bajarê Erzingan ji kurdayetî bêxalî kirin yên ku kurdî biaxifin bi pere werin cezakirin

A+A-

Nivîskar û siyasetmedar Munzûr Çemê Dersimî li Stockholmê bi minasebata 80 salîya qetlîama Dêrsîmê semînerek da. Semîner ji alîyê Komkar-Swêd û Komciwan Swêd ve hatibû organîzekirin.

Munzûr Çem di axaftina xwe de bahsa rêxistina itihat û terekî ya tirk kir ku ew li ser îdeolojîya tirkîtiyê hatîye avakirin û milet û aqilîyetên ne tirk ya îmha kirine ya jî bi asimlebûnê xwestîne bikin tirk. Ev îdelojî heta niha jî dom dike û xulasaya wê ya îro ‘Tirkiye ya Tirkan’ e.

Piştî cimhurîyet avabûye li gor raporên navxweyî ya dewleta tirk nabe ku du miletê misilman di eynî welêt de wekhev bijî, ji bo wê jî divê kurd asîmle bibin û bibin tirk. Bi taybet piştî serhildana Şeyh Seîd qanûnên ku di derbarê kurdan de derxistine hemû di vî warî de bûne.

Dewleta Tirk di derbarê pirsa rojhilat yanî pirsa kurdî de gelek rapor amede kirine û di wan hemû raporan de çawa bikin ku kurdan asîmle bikin yên asîmle nebin jî ji nave rakin. Di qanûnê wan de bi aweyek vekirî bêyî ku navê kurdan bikar bînin, dijminê xwe hesibandine.

Li gor raporeka navxweyî ya dewletê divê bajarê Erzingan ji kurdayetî bêxalî kirin yên ku kurdî biaxifin bi pere werin cezakirin. Li ser vê Erzînganî neviribûne derkevin pazarê, gundîyên ku mîh û berxên xwe anîne bazarê firotine lê kurdî axifîne, pereyên mîh û berxên wan têra cezayê wan yê axaftina kurdî nekirine.

Fermandarê Kurdistanê yê arteşa Tirk Kazim Karabekir aşîretên kurd ji bo ku bera hev bide her rêyê ceribandîye û xwestîye her eşîr qanûnên dewleta tirk bi cî bîne; lê aşîra alan a ku Kemer Genc yek ji mensubê wê ye li hember Karabekir derketîye û gotiye; li vir qanûnê tirkan derbas nabin yê kurdan derbas dibin.

Dêrsim him di dema osmanîyan de ji ber ku heremekê nîv-otonom bûye û him jî di dema destpêka avakirina cimhurîyetê de ji bo dewleta tirk kûnêrek bûye, li gorî dewletê divê ev kûnêr ji ortê bihê rakirin.

Berê navê Dêrsimê guhartine kirine Tuncelî piştre jî bi nave Qanûna Dersimê ji bo Dersimîyan ji Dêrsîmê derxin ketine nav hewildanan; berê gund û aşîretên ku ji xwe re xeter dîtinê êrişê wan kirine piştre berê xwe dane yên din. Qetlîam li ser qetlama kirine.

Li Xarpetê di sala 1936an de mufetîşîya imûmî ya 4em hatîye avakirin û Abdullah Alpdogan bi selahîyeteka mezin û nedîtî  hatîye wezîfedarkirin; wî  karê îdarî û adlî li gor dilê xwe meşandîye; ne qanûn ne jî hiqûq naskirîye. Gelek qetlîam pêk anîye; jinên kurdan li serê singuyên çekên xwe xistîne û di şikeftan de bi zindî kurdan şewtandine.

Seyîd Riza di herêma xwe de xwedîyê otorîte bûye, ji bo qetlîman bide rawestandin ew bersiva nameya waliyê Erzinganê Alî Kemal daye û çûye Erzinganê. Ji ber ku yê name jê re anîye yekê pê bawer bûye. Lê walî ew girtîye û şandîye Xarpetê û li wê ew tevî lawê xwe  û pênc kesên din hatine îdamkirin.

Li gor Munzur Çem Seyîd Rîza teslîmê dewleta tirk nebûye wexta fehm kirîye ku ew ketîye dafikê wan gotinên xwe yê beriya îdamê ji wan re gotîye; ”Ez bi xile û derêwên we re serî derneketim ev ji min re bû derd, lê ez ê jî li ber we xwe xwar nekim bila ev jî ji we re bibe derd !”

Li gor Munzûr Çem ferqa sîyaseta dewleta Tirk ji dewletên din yên Kurdistan di bin nîrê wan de ye ew e ku ew dixwaze yên li Tirkiyê bijin hemû tirk bin û Tirkiye welatê Tirkan be. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin