Mezlûm Ebdî êrîşa ser ofîsa ENKSê ya Dirbêsiyê şermezar kir

Mezlûm Ebdî êrîşa ser ofîsa ENKSê ya Dirbêsiyê şermezar kir

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî êrîşa îro 17ê Kanûnê danê sibê ya ser ofîsa Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li Dirbêsiyê şermezar kir û got, lêkolîn û lêpirsîna hêzên asayişê ji bo girtina kesên êrîkar berdewam dike.

Ebdî li ser ofîsa ENKSê ya li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir û diyar kir, ew êrîş dijî Rêveberiya Xweser û kontrola hêzên ewlehiyê yên li herêmê hatiye encamdan.

 

 

Mezlûm Ebdî got: “Em êrîşa îro danê sibê ya li ser ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Dirbêsiyê ku ji aliyê komeke sabotajkarên neyasayî ve hatiye kirin şermezar dikin ku bi baweriya me berî her tiştî Rêveberiya Xweser û kontrolkirina hêzên ewlehiyê ya li ser deverê kiriye armanc.”

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha da zanîn ku hêzên asayîşê ji bo girtin û radestkirina wan ji bo dadgehê dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, cara yekem e ku berpirsekî payebilind ê Rêveberiya Xweser êrîşên ser ofîsên ENKSê şermezar dike ku ENKSê gelek caran banga dawîanîna wan êrîşan û sizadana êrîşkaran kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin