Wezareta Derve ya Amerîkayê: Tirkiye ji bo terorîstên biyanî çavkanî û welatekî transît e

Wezareta Derve ya Amerîkayê: Tirkiye ji bo terorîstên biyanî çavkanî û welatekî transît e

.

A+A-

Di rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê de, Tirkiyê ji bo terorîstên biyanî wek welatekî çavkanî û tranzît hat destnîşankirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê, rapora terorîzmê ya salane belav kir. Di raporê de hat diyarkirin “Tirkiye li dijî rêxistinên terorê PKK, DHKP/C û DAIŞê tekoşînê dike.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê, ji ber di raporê de YPG wek rêxistineke terorê nehatiye binavkirin, bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da û got: “Di raporê de cîh nedana êrîşên terorê yên li dijî sivîlan ên grûpên ser bi PKKê ve nayê qebûlkirin.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê di raporê de got: “Tirkiye hem ji bo kesên dixwazin beşdarî DAIŞ û grupên terorê yên din ku li Sûriyê û Iraqê şer dikin, bibin û yên dixwazin ji wan welatan veqetin welatekî transît û çavkanî ye. Li gor Wezareta Navxwe, Tirkiyê bi hinceta pêwendiya wan bi terorê re heye 8 hezar û 143 kes dersînor kirin û çûna Tirkiyê bo 100 hezar kesan hatiye qedexekirin. Li gor çavkaniyên eşkere Tirkiyê heta dawiya 2020an 2 hezar û 343 alîgirên DAIŞê desteser kirin û derbarê 333 kesan de lêpirsîn da destpêkirin.”

Di raporê de hat destnîşankirin, Tirkiye hinek caran bêyî ku welatê mixatap agahdar bike terorîstên biyanî dersînor dike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje: “Tirkiye li dijî çalakiyên PKKê li Bakurê Iraqê û Bakurê Sûriyê operasyona dike.”

Di raporê de hat diyarkirin, ku bi armancên siyasî rojnamevan, aktîvîst, parêzer û siyasetmedar bi hinceta alîkariya PKKê tên desteserkirin û vêya sala 2020an jî berdewam kir.

Di raporê de derbarê pênaseya yasaya terorê de wiha tê gotin: “Tirkiye pênaseya terorê ji bo mafê xwepêşandanên aştiyane û azadiya raderbirînê asteng bike bi kar tîne. (Li gor amarên Wezareta Navxwe) Di 7 mehên destpêkê yên salê de li ser 14 hezar û 186 hesabên sosyal medyayê lêkolîn hatiye kirin û derbarê 6 hezar û 743 kesan de bi hinceta propagandaya terorê kirine lêpirsîn hatiye vekirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin