Mesrûr Barzanî û wezîra berevanîya Almanya civîyan

Mesrûr Barzanî û wezîra berevanîya Almanya civîyan

Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi wezîra berevanîya Almanya re civîya.

A+A-

Navenda Nûçeyan – Şeva 14.02.2020an li bajarê Mûnîx yê Almanya û di çarçoveya konferansa asayişa cîhanî de, Mesrûr Barzanî bi wezîra berevanîya Almanya, Annegret Kramp Karrenbauer re civîya.

Di civînê de rewşa Iraq û Rojhilata Navîn û pêwendîyên Herêma Kurdistanê û Almanya hatin axaftin.

Wezîra berevanîya pesnê rewşa aram û asayişa Kurdistanê da û ragihand, ewê li ser alîkarîkirin û perwerdekirina hêzên Pêşmerge derdewam bin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê jî spasîya Almanya kir ji ber berdewambûna alîkarîyên Almanya bo Pêşmerge di şerê terorê de.

Mesrûr Barzanî behsa dubare derketina DAIŞê jî kir û ragihand, DAIŞ heta niha jî tehdîdek mezin e li ser asayişa cîhanê.

Serokwezîrê Bulgaristanê: Kurd dostên me ne

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Konferansa Ewleyîyê ya 56em a Munchenê de ligel Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov re civîya.

Di civînê de liser pêşhateyên herêmê û Iraqê, herweha pêwendîyên Bulgaristanê û herêma Kurdistanê hate rawestandin.

Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov dîyarkir, ku Kurd dostên Bulgaristanê ne û li welatê wan hejmarek berçav a Kurd heye. Kurdên li Baulgaristanê, pêwendîyek xurt ligel civata Bulgarî heye û welatê wî amade ye pêwendîyên xwe ligel Kurdistanê bihêztir bike.

Borisov dîyarkir, ku ligel herêma Kurdistanê dixwazin pêwendîyên xwe di  warên geştyarî, çandinî û enerjîyê de bihêztir bikin û Serokwezîr Mesrûr Barzanî vexwend Bulgaristanê.

Liser hevahengîya dijî terorê hate axaftin û Serokwezîrê herêma Kurdistanê hesankarîyê, ku Kurdistanl pêşkeşî weberhênerên navxweyî û bîyanî peyda dike, anî ziman.

Dan Brouillette: Serkirdayetîyek serkeftî ya Kurdistanê heye

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Konferansa Ewleyîyê ya 56em a Munchenê de ligel Wezîrê Enerjîyê yê Amerikayê Dan Brouillette civîya.

Berî civînê Dan Brouillette ji rojnamevanan re dîyarkir, ku: “Em dê liser çîrokek matmayinê biaxifin. Em dê liser çîroka serkeftina Kurdan biaxifin. Herêma Kurdistanê ji Libya zêdetir petrol heye. Serkirdayetîyek serkeftî heye. Hêvîdar im pêwendîyên me xurttir bibin”.

Serokwezîr mesrûr Barzanî ji, anî ziman, ku: “Ligel Wezîrê Enerjîyê Dan Brouillette her di pêwendîyê de me. Dilxweş im, ku îro em dicivin. Hêvîdar im di mijara enerjîyê de hevkarîya me berferehtir bibe”.

Di şanda Serokwezîrê herêma Kurdistanê de, herweha Wezîrê herêmên Kurdistanî yên derveyî Îdareya herêma Kurdistanê Xalid Şivanî û Cîgirê Seroka Parlementoya Kurdistanê Hemîn Hewramî jî hene.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin