Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne

Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne

.

A+A-

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê Şinyar Huner de ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû şewitandin û îro jiyana xwe ji dest da, peyamek belav kir û piştgiriya xwe ji bo cezakirina tawanbaran dubare kir û got, "Ti şerefek di jinkuştinê de nîne."

Jina bi navê Şinyar Huner ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû şewitandin îro, 23/02/2022, demjimêr 08.30ê sibehê, ji ber birînên xwe yên giran, jiyana xwe ji dest da.

`Ti şerefek di jinkuştinê de nîne`

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro têkildarî vê bûyerê peyamek belav kir û ragihand, “Ez gelek nîgeran û xemgîn im bi bûyerên vê dawiyê yên tundûtûjiya dijî jinan li Herêma Kurdistanê. Ez li vir dubare dikim, ti şerefek di jinkuştinê de nîne.”

Mesrûr Barzanî li ser “şewitandina Şinyar Huner ji aliyê hevjînê xwe ve” û got, “Em bi Wezîrê Navxwe re li ser bûyera diltezîn a Şinyar Xan axivîn û ji bo girtina tawanbaran me pesnê hêzên polîs da û piştgiriya xwe ji bo cezakirina tawanbaran dubare kir.”

`Tenê îsal 9 jin hatin kuştin`

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de diyar dike, “Tenê îsal, 9 jinên bêtawan di encama tundûtûjiya malbatî de hatin kuştin, divê ev tawan rawestin û wek xelkê Kurdistanê, nabe em qebûl bikin û wek hikûmet jî em alîkar û piştevanên dadgehan dibin bo sepandina tundtûrîn ceza ji bo van tawanan.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser parastina jin û zarokan jî tekez dike, “Ez rijd im li ser parastina hemû jin, keç û zarojan ku di metirsiyê de ne. Dizanim ku pêdivî bi dem û pabendbûneke ciddî heye, her ji bo binbirkirina vê diyardeya nemirovane, pêwîstî bi beşdariya me hemûyan heye wek çalakvanên civaka sivîl, berpirs, kesayetiyên ayînî û civakî heye. Herwiha pêwîstiya me bi pêkanîna çaksaziyê heye di sîstema dadwerî de. Em dê hemû derfetên xwe pêşkêş bikin ji bo bidawîkirina van tawanan.”

Qetilkirina Şinyar Huner

Şinyar Huner a 21 salî sibeha roja Şemiyê, 19/02/2022, bi cesteya xwe ya bi agir pêçayî ji mala xwe derket û hawara xwe bir bo cîranan, piştî ku agir hat vemirandin ku hemû cesteya wê girtibû, Şinyar Huner ji cîran û xesûya xwe re got, “hevjînê min ez şewitandim.”

Şinyar Huner di îfadeya xwe de ji bo Polîsê Silêmaniyê jî eşkere kir, “Hevjînê min neft bi min de kir û agir berdayê” û bavê wê jina 21 salî jî ji Rûdawê re ragihand, “bawer im di dema bûyerê de hevjînê Şinyar serxweş bûye.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin