Mesrûr Barzanî: Hewlên berdewam didin bo bargiranîya li ser welatîyan kêm bikin

Mesrûr Barzanî: Hewlên berdewam didin bo bargiranîya li ser welatîyan kêm bikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Gulanê gotarek pêşkêş kir û tê de bi hûrî behsa planên niha yên hikûmetê kir, bi taybet rewşa darayî, pirsa çaksazî û helwesta hikûmetê derbarê pirsê nenavendîyê de.

A+A-

Deqa gotara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Welatîyên xweşewîst:

Destpêkê bi boneya cejna Remezanê pîrozbahî li we dikim birêzino û hêvîdar im hûn demên xweş di rojên cejnê de derbas bikin û daxwaz ji we dikim, xwe, malbatên xwe û civaka xwe biparêzin û rêkarên xweparastinê û rênimayên tenduristîyê li ber çavan bigirin.

Herêma Kurdistanê û piranîya welatên cîhanê ji ber sedemên aborî yên belavbûna vîrusa Koronayê, daketina nirxê petrolê li bazarên cîhanê, rûbirûyî rewşeke zehmet ya aborîyê bûn. Ev rewşa nexwastî li derveyî daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Her ji destpêka dirustbûna vê qeyranê jî, me hewlên xwe dan û berdewam in jî di hewlên xwe de, bo bargiranî li ser welatîyan kêm bikin.

Hevniştimanîyên birêz:

Ji destpêka destbikarbûna kabîneya nehem, me hemû hewlên xwe dan bo çareserkirina pirsgirêkan ligel Bexdayê û di heman demê de jî me kar li ser wê kir, aborîya Herêma Kurdistanê ji gef û metirsîyên piştgirêdana bi take jêdera dahatê rizgar bikin. Beşeke mezin a vê rewşa aborîyê jî, ji encama sîyaseta şaş ya tenê girêdana bi dahata necîgir a petrolê ye.

Derbarê pêwendîyên bi Bexdayê re, Serokê Hikûmetê got: Me bi Bexdayê re pêngavên cidî avêtin. Her ji destbikarbûna me di meha Tîrmeha sala bûrî ve, yekemîn serdana me I Bexdayê re bû, me hemû amadehî bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê derbirî û me çendîn pêşnîyaz bo çareserkirina pirsgirêkên taybet bi petrolê pêşkêş kirin, lê mixabin ji meha Cotmeha sala bûrî ve, rewşa Bexdayê ne lihev bû û di encamê de hikşmeta Iraqê di bin fişara nerazîbûna xelkê de, destê xwe ji kar vekişand û êdî xwe li hember çareserkirina wan pirsgirêkan û maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi berpirsyar nedît, ku ji sala 2005an ve bicih nakin. Niha jî ku hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatîya birêz Mustefa Kazimî dest bi kar kirîye, dubare me amadehîya xwe bo çareserkirina hemû pirsgirêkan derbirî, bi awayekî ku maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê wek qewareyeke federalî ya di destûrê de lêmikurhatî, bêne dabînkirin. Di dawî hewla me de jî, sê caran şanda Hikûmeta Herêmê serdana Bexdayê kir û di van danûstandinan de jî berdewam dibin, ta bigihin encameke dadperwerane û destûrîyane.

Kurdistanîyên birêz:

Ev qeyrana niha, me rijdtir dike ku dirêjîyê bi stratejîya firehkirina jêderên dahat bidin û di heman demê de zêdetir me han dide ji bo di projeya çaksazîyê de berdewam bibin û hemû kêmasîyên di rabirdûyê de di warê kargêrî û îdarî de hebûn çareser bikin. Lê welatîyên me yên xweşewîst dizanin, rastkirina van hemû çewtîyan û damezirandina bingeha aborîyeke aramtir, demeke zêdetir û hevkarîya hemû alîyan pêwîst e.

Serokê Hikûmetê got: Wek hûn agahdar in, di çend rojên bûrî de me serperiştîya civîneke Encûmena Wezîran kir û me plana rûbirûbûna qeyrana darayî pesend kir. Herwiha çendîn biryarên girîng jî derbarê bicihirina yasaya çaksazîyê derkir, ku me her ji destpêka destbikarbûna me ve, me tekezî li ser girîngîya encamdana proseya çaksazîyê kir, ku beşeke girîng a karnameya kabîne nehem e.

Em rijd in li ser berdewambûna encamdana çaksazîyê û rêgirtina li behaderdana samana giştî.  Bêgûman di bicihkirina çaksazîyê de, berjewendîya xelkê ku serpêçî û gendelî kirine dikevin metirsîyê, ji ber wê hewla ragirtina wê didin û astengîyê jê re dirust dikin. Lê çaksazî daxwaza pirania welatîyên Herêma Kurdistanê ye û ez jî li bereyê welatîyan dimînin û bi piştevanîya welatîyên xweşewîst berdewam dibin û êdî poşman nabin.

Bêgûman dive çaksazî giştgîr û sertaserî be û me hemûyan bigire û nabe ti kes û alî ji bo parastina berjewendîya teng a partîtî û kesayetî, rêgirîyê li proseya çaksazîyê bike.

Ji vir ve, daxwaz ji hemû alîyan dikim, bi gîyanê hestkirina bi berpirsatîyê hevkarîyê bikin û yekrêzîya navxweyî biparêzin û alîkarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin di rêkxistina sîstema aborî, kargêrî, çakirin û bilindkirina asta xizmetguzarîyan li Herêma Kurdistanê de.

Bi taybet daxwaz ji nûnerên Herêma Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê (Parleman) dikim, berjewendîya teng a kesayetî û milmilaneya partîtî bidin alîyekî û hevhelwes bin di berevanîkirina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de. Rewşa dijwar a Herêmê berencama çendîn hokarên sîyasî û dîrokî ye. Ev ji bilî birîna beşê budceya Herêmê ji alîyê hikûmeta Iraqê û qeyrana darayî ya cîhanê, lê ev rewşa dijwar nabe bibe keresteya milmilaneya sîyasî û hevşikandin û birîna navçeyên Herêmê ji hev, di bin navên cuda de.

Di bernameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêmê de, bi aşkere amaje bi wê hat dayîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo çespandina nenavendîya îdarî ya parêzgehan dike, ku guncaw be ligel sîstema yasayî û kargêrî ya Herêma Kurdistanê. Herwiha erk û berpirsatîyê li gor yasa û di bin çavdêrîya Serokatîya Hikûmetê de dabeş dibe, ji bo rêgirîyê bike li gendelîyê û bikaranîna xirap a desthilata îdarî û serhildana firehçeşneya desthilatê li derveyî damûdezgehên Herêmê. Ji ber wê em bi nenavendîya kargêrî re ne, bi merca ku di çarçova parastina qewareya Herêmê de be.

Me hemû karînên xwe bo dabînkirina jîyana welatîyan û mûçeyên fermanberan da, ji neh mehên destbikarbûna kabîneya nehem de, heşt mehan mûçe hat dayîn û tenê mûçeya mehekê dereng ket. Me çendîn biryar derkirin ji bo sivikirina bare xelkê hejar û ewên bi sedema rêkarên xweparêzîyê zîyan dîtine. Lê bêgûman dive xwe ji her rewşeke nexwastî ku were pêş re biguncînin. Li gor dahat û karîna darayî yên Herêmê, me plan ji bo derbaskirna vê qonaxê danîye û budce û xercîyên damûdezgehên Herêmê û mûçexwaran rêk dixin, berçavgirtina yasaya çaksazîyê ya girêdayî bi wan waran dikin.

Welatîyên xweşewîst:

Di gotara destbikarbûna min de li Parlemana Kurdistanê min amaje bi wê da, ku Hikûmeta Kurdistanê bi 27 milyar Dolar qerzdar e, beşeke mezin ji wê qerzê di stûyê Hikûmeta Federal de ye, bi sedema neşandina budceya Herêma Kurdistanê ji alîyê hikûmetên berê yên Iraqê ve, her ji ber wê jî mixabin Hikûmeta Herêmê ne xwedîyê ti yedek û paşkevteke darayî ye, bi wateya ku em tenê bi jêdereke darayî girê didin, ku mehane tê ber destê me, ev jî wiha dike, di her qeyraneke darayî de, rûbirûyîn pirsgirêkan dibin. Ev rastî jî, gelek xelkê şareza jê agahdar in û ne tiştekî veşartîye, mixabin gelek caran ev rastî û hemû pirsên sîyasî û niştimanî tên piştguhkirin û tenê behsa mûçeyê dibe, di heman demê de jî, em hemû dizanin ku jêderên mûçeyê çi ne.

Ji bo hûn agahdar bin welatîyên birêz, dema dahata mehane ya firotana petrolê 700 milyon Dolar bû, ji vê birê dahatê zêdetir ji 400 milyon Dolar bo têçûya derxistina petrol û veguhastinê û dana qerzan dihat xerckirin û ewê ji bo xezîneya hikûmetê vedigerîya, tenê 300 milyon Dolar bû. Herwiha tenê 383 milyon Dolar jî wek beşê budce ji bexdayê dihat, lê ev pere têra mûçeya mûçewarên Herêmê nedikir û neçar rêjeyeke berçav a dahata navxwe jî wek temamkirina mûçeyan dihat xweckirin. Ji bilî wê jî, xercîya pêwîst bo birêvebirin û xizmetguzarîyan ji dahata navxwe dihat dabînkirin û înca jî mehane 60 milyon Dolar kortehênan hebû. Niha nirxê petrolê gelekî daketîye, wek nimûne di meha bûrî de koma giştî ya dahata firotana petrolê ku ji bo xezîneya Hikûmetê vegeryaye, tenê 30 milyon Dolar bû, dahata navxwe jî nêzîkî 60 milyon Dolar bû û ew jî beşê budceya ji Bexdayê dihat jî dereng ma.

Bêgûman ev rewşa dijwar a darayîyê, ne tenê Herêma Kurdistanê, belkû hemû cîhanê girtîye û hin welat jî tûşî qeyrana darayî kirine.

Aşkere ye di xerckirina dahata Herêma Kurdistanê de, nedadperweraneyeke  mezin û bê planî hebûye ku ji sedî 80 ji dahata Herêma Kurdistanê ji bo mûçexwaran terxankirî bû, mûçexwar jî ji sedî 20 ji rûniştvanên Herêma Kurdistanê ne.

Di baştirîn rewşa darayî de, ji budceya ji sedî 15 ji bo xercîyên birêvebirin û xizmetguzarîyan hatibû terxankirin û tenê kêmtir ji sedî 5 ji budceyê ji bo girîngîpêdana bi welat dima.

Di vê dabeşkirina netemam a bucdeyê de, ti şîrovekirin bo pêşerojê û nefşên bê nehatîye kirin. Bêgûman ev welat tenê bi dayîna mûçeyan bipêş nakeve, belkû pêwîstîya me bi jêrxaneyeke bihêztir heye. Nabe mûçeya welatîyan hebe, lê kehrebe, av û dibistanên baş û rê û pireyên baştir jê re nebin, bi giştî pirgirêka nebûna xizmetguzarîyên sereke hebe.

Hikumranî ne tenê dabeşkirina mûçeyan e, ji ber wê divê hemû em hemû bi hev re, welatî, hikûmet û alîyên sîyasî biryarek yekalîker bidin, bi awayekî heger di rewşeke baş a aborîyê ya baş de bin, nabe hemû karîna me ya darayî ji bo mûçeyan bê terxankirin, pêwîst e beşeke berçav a budceyê bo pêşxistina xizmetguzaran û jêrxaneyeke aborîyê be.

Ti hikûmetek nikare tevahîya welatîyan di sîstema îdarî de dabimezirîne (bi kar bike) û mûçeyan ji wan re dabîn bike, belkû tenê bi pêşxistina jêrxaneya me ya aborî û girîngîpêdana bi werbirhênanê, derfeta karên zêdetir peyda dike, bi wate, divê dahat û sermayaya welat di vê arasteya rast û rewa de bê xerckirin. Divê em hemû bi hev re plana me bo derketina ji vê sîstema darayî ya niha hebe. Ev ne biryareke hêsan e, lê ji bo Herêmê biryareke çarenivîsaz e di navbera du rîyên pêşketinê de. Ev babet bo pêgavên ber bi dahatî geştir ji Herêmê re gelekî girîng e û nabe bibe keresteyeke milmilane û muzayedeya sîyasî.

Hevniştimanîyên birêz:

Ev rewşa sexte ya niha ku li gor pêşbînîya şarezayan, reng e heta demeke din jî berdewam be, ji hemûyan dixwaze hevkar bû alîkar bin ji bo derbaskirin û sivikirina rewşa jîyana welatîyên hejar. Ji vir ve, we dilnîya dikim, hikûmet her ji destpêka dirustbûna vê qeyranê ve, plana dabînkirina asayişa xwarak û dermanan danî, her li gor wê plane di komgehên hikûmî û karta taybet de, herî kêm heta dawîya sale pêwîstîyên xwarak û dermanan dabîn kirîye û pirsgirêka xwarak û dermanan li bazarên Herêma Kurdistanê de dirust nabe. Ev ji bilî pevguhartina bazirganî, bi taybet di warê xwarak û dermanan de berdewam e. Her di vê çarçova wê plane de, hikûmeta Herêmê ji bilî ji beşê xwarakê, mehane ya welatîyan, di demeke nêzîk de dest bi dabeşkirina xwarak li ser malbatên kêmderant belav dike.

Me li herêmê zû dest bi rêkarên xweparastinê kir, ji ber ku xweparêzî baştirîn çareserî ye. Spasîya pêgirî û pabendbûna we dikin, lê di van rojan de hest tê kirin ku pabendbûna we sîstî ketîyê, em têdigihin zehmetîyên barên we, lê divê bizanin li hemû cîhanê metirsîya vê nexweşîyê berdewam e, divê rêkarên xweparastinê li ser asta tak de, wek bikaranîna mask û şuştina dest û xwedûrgirtina ji qerebalixîyê berdewam be. Her kesek pabend nebe, birpirsyar dibe di dirustkirina metirsîyê li ser xwe û malbata xwe û hemû welatîyan.

Bi gotina Rêxistina Tenduristîya Cîhanê û gelek xelkê ezmûna Hikûmeta Herêma bi ccibicîkirina rêkarên xweparastinê û rênimayên tenduristîyê gelekî serkeftî bû, lê mixabin xelk heye hewl dide wan hewlan kêmbayix û neşîrîn bike. Tevî hemû ew qeyranê û fişar rûbirûyî Hikûmeta Herêma bûne, lê di rûbirûbûna Korona de, nimûneyeke gelek serkeftî me nîşan da. Ji vir ve we dilnîya dikin welatîyên xweşewîst, ku Hikûmeta Herêmê ji hemû kes û alîyekî zêdetir di xema jîyana  û bijîya we de ye, ji ber wê hêvîdar im nekevin bin bandora durişm û propagandeya ne rast.

Em hemû rexne û têbînîyên we dibihîsin û daxwazên waqiî û mentiqî jî li ber çav digirin û ji we têdigihin, lê di heman demê de, pêwîst e hin jî têbigihin vê rewşa sexte ya niha heye.

Spasîya xweragirî û qurbanîdana we dikim û dilnîya me jî bi piştevanîya we, vê rewşa ne li bar derbas dikin û Kurdistanê ber bi geşbûnê ve gavan davêje, wê demê jî hevparê serkeftin û destkeftan gelek dibin.

Di dawîyê de dubare cejna we pîroz be û daxwaz ji we dikim pabendî xweparêzî û rênimayên tenduristîyê bin, ji ber ku xweparêzî erkekî niştimanî, olî û mirovî ye.

Her parastî û tendurist bin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin