Mesrûr Barzanî: Em girîngiyeke mezin didin sektora tenduristiyê

Mesrûr Barzanî: Em girîngiyeke mezin didin sektora tenduristiyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana navenda hemahengî û hawarçûnê ya Rêveberiya Banka Xwînê kir û li ser xebatên karmendên tenduristiyê daxuyanî da.

A+A-

Mesrûr Barzanî di serdana navenda hemahengî û hawarçûnê ya Rêveberiya Banka Xwînê de, ji nêz ve kêşe û daxwazên karmendan guhdarî kir û spasiya xebatên hemû karmendên tendirustiyê kir ku di xizmetkirina welatiyan de roleke giring û berçav dilîzin, bi taybetî jî piştî belavbûna vîrûsa koronayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî serdanê da xuyakirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide warê tenduristiyê û got:

“Kerta tendurustiyê, peywendiyeke wê ya rasterast bi jiyana welatiyan heye û em girîngiyeke mezin didin vê kertê, da ku em bikarin xizmeteke baştir bigihînin welatiyên xoşewîst.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Jêrxana tendirustiyê li ser bingeha standarda cîhanî li Kurdistanê heta niha çênebûye. Em hewl didin ligel Wezareta Tendistiyê û pisporan vê kertê pêşve bibin, da ku em bikarin zêdetir xizmeta welatiyan bikin. Ez dixwazim spasiyeke germ li hemû bijîşk û fermanber û karmendên tendirustiyê bikim. Him ewên di vê navendê de dixebitin û him jî ewên rojane rûbirûyî metirsiyê dibin ji bo rizgarkirina jiyana welatiyan, bi taybetî jî niha ku rûbirûyî vîrûsa koronayê bûne. Mixabin hinek bijîşk û fermanberan jî jiyana xwe ji dest dane.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Em li hikûmetê, di vê demê de ji bo kirîn û dabînkirina pêwîstiyên nexweşxane û amûrên pêwîst, nêzîkî bîst û sê milyar dînar xerc kirine.”

Mesûr Barzanî destnîşan kir: “Ji bo dabînkirina pêwîstiyên nexweşxaneyên penceşêrê jî, ji aliyê hikûmetê ve çil milyar dînar hatine terxankirin, ku bêguman ji bo tedawiya wan nexweşan bandora wê hebû. Di vê demê de ku vîrûsa koronayê hatiye Kurdistanê, zêdetirî çil û pênc milyar dînar ji aliyê hikûmetê ve li hemû bajar û bajarok û parêzgehên Herêma Kurdistanê hatine xerckirin ji bo rûbirûbûna vê vîrûsê.”

Serokwezîr Barzanî got: “Tiştê dikeve ser me, bêguman em texsîr nakin, lê di heman demê de pêwîstiya me bi alîkarî û xweparastina welatiyên Herêma Kurdistanê heye, ji bo parastina xwe û xizm û wan bijîşk û fermanberên ezîz ku xizmeta wan dikin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin