Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma temambûna heykelê avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê bû

Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma temambûna heykelê avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê bû

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 22ê Îlona 2021ê beşdarî merasîma 10emîn salvegera vekirina Konsulxaneya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û temambûna heykelê avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê bû û gotarek bi zimanê Îngilîzî pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de amaje bi pêwendiyên bihêz ên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir û weke pêwendiyeke berdewam û stratejîk bi nav kir û got: “Ez bi siberoja pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê gelek geşbîn im.”

Gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:

Amadebûyên birêz;

Ez kêfxweş im bi beşdariya merasîma temambûna çêkirina heykelê avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê.

Birêz Robert Palladino, Konsulê Giştî yê Amerîkayê;

Ez dixwazim spasiya hewl û karên dostanî yên te û tîma te bikim, yên ji bo bihêzkirina pêwendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û pêşvebirina pêwendiyên bazirganî û herwiha pêwendiyên ligel civaka sivîl û medyayê, Herêma Kurdistanê bi kar û çalakî û amadebûna we bihêztir e.

Em îro di dem û cihekî gelek girîng de civiyane, li vir gelek bîrewerî li ser pêwendiya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê heye.

Her weke çawa di destpêka îsal de Serok Biden ji Serok Mesûd Barzanî re ragihand ku me bi hev re demên dijwar derbas kirin û ji ber pêwendiya dostane ya demdirêj, îro em bi hev re ne. Ji bilî vê jî, em bi nirxên hevbeş û bi rêya berevanîkirina wan nirxan, bi hev ve girêdayî ne.

Şeş sal beriya niha, em bi hev re bûn ji bo piştevanîkirina wan xelkên ku ji tirsa çewsandina DAIŞê reviyabûn. Yekem êrîşa esmanî ya Amerîkayê, li Mexmûrê bû, ku 40 mîl (65 kîlometre) ji vir dûr e, wê demê bombebarana esmanî ya Amerîkayê, alîkar bû ku Pêşmerge dest bi êrîşa dijî DAIŞê bike.

Em pêşeng bûn di têkşikandina DAIŞê de û rêgirtin li gihiştina DAIŞê bi Ewropa û derdora wê, herwiha me ji bo parastina nirxên Amerîka û parastina xwe şer kir. Şerê dijî DAIŞê, mînakeke zindî ya karê hevbeş a me her du aliyan bû ji bo têkşikandina dijmineke hevbeş, her çiqas ev cara yekem nebû ku em karê hevbeş ê bi vê şêweyê dikin.

Di sala 1991ê de Amerîka hevpeymaniyeke navdewletî pêk anî, ku helmeta herî mezin a mirovî bû di dîrokê de ji bo parastina xelkê me ji jenosîdê. Spas ji bo firokevanên Amerîkî û Hevpeymanan, ku ji esman ve alîkarî gihandin milyonek û pêncsed hezar kesan, ku di rewşeke gelek dijwar de li çiyayan asê mabûn.

Di meha Nîsana borî de, 30 sal di ser destwerdana mirovî re derbas bû, gelek axaftin li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin kirin, lê ez dixwazim li vir car din bînim ziman ku pêwendiyên me, pêwendiyên berdewam û stratejîk in.

Bihêzbûna pêwendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê, di dema rûdana çendîn pêşhat û guherînên li vir û li derve, hatine îsbatkirin.

Di sala 2003an de, me bi tundî piştevaniya proseya azadiya Iraqê û jiholêrakirina rejîma Sedam Husên kir.

Di sala 2005an de, Amerîka û civaka navdewletî, alîkar bûn ji bo pêkanîna şert û mercên nivîsandina destûra daîmî ya Iraqa Federal. Di destûra Iraqê de amaje bi yekîtiya arezûmendane ya navbera gel û ax û serweriya Iraqê hatiye kirin, ev jî qebûlkirina bingehên me yên hevbeş û şêwaza pêkvejiyana me bû.

Ev bûyerên girîng, nirxên me yên hevbeş û pêwendiya me ya dostane bihêztir kir.

Bûyerên herêmî yên van demên dawî, bi taybetî bûyerên Efxanistanê, gefa çewisandinê û çarenûseke nediyar rûbirûyî me hemûyan kir.

Gelê Kurdistanê beşeke mezin ji bargiraniyên çarenûsa nediyar ber ketine, ji bo berevanîkirina nirx û mafên xwe jî, gelek qurbanî dane.

Di vê herêmê de şerê dijî DAIŞê bi dawî nebûye, hîn jî DAIŞ li ser nirxên me yên hevbeş û seqamgîrî û aştiya li herêm û cîhanê, gef e.

Lê belê heta em bi hev re bin, xweragiriya me dê bihêztir bibe, Pêşmerge şiyan û pabendiya xwe ji bo şerê dijî DAIŞê, li meydanên şer îsbat kiriye û Amerîkayê jî pabendiya xwe weke hevbeşek, ji bo me dûpat kiriye.

Destpêka îsal, min behsa girîngiya pabendbûna Amerîkayê li hember Kurdistanê ji Balyozê Amerîkayê Matthew Tueller kir, wî jî di bersiva xwe de got; Birêz Serokwezîr, em konsulxaneya herî mezin a li cîhanê, li Hewlêrê çêdikin, em ji vêya zêdetir çi bikin ji bo pêşandana pabendiya Amerîkayê?

Îro bi kêfxweşî, em pêşwazî li temambûna heykelê avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê dikin. Hesteke min a bihêz heye ku ev avahî dê bibe sembola zindî ya pabendiya Amerîkayê bo Kurdistanê, ez hêvîdar im dostên me yên Amerîkî jî heman hestên wan hebin.

Ez bi siberoja pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê gelek geşbîn im, pêwendiyên me tenê di piştevanîkirina Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de nehatiye sînordarkirin, ji vê gelek berfirehtir e.

Bihêzbûna pêwendiyên me, bi rêya pêşvebirina karê bazirganî û kultirî û bihêzkirina pêwendiya geştyarî ya navbera me her du aliyan bibe. Di destpêka vê mehê de, Saziya Navdewletî ya Amerîkî ji bo Pêşvebirina Darayî (DFC), bi qasî 250 milyon dolar piştevaniya veberhênana sektora taybet di warê petrol û gaza Kurdistanê de kir. Ev jî dûpatkirina pêşvebirina pêwendiyên me û çêkirina vê hewaya dostane ye, ku ji bo veberhênanê hatiye pêkanîn.

Ez hêvîdar im, veberhênana zêdetir a Amerîkî, li sektorên çandinî, geştyarî û pîşesazî de bibînim. Herwiha me gelek girîngî daye mijarên jîngeh û enerjiya paqij. Ez dixwazim hewldanên zêdetir di van waran de bibînim, bi taybetî di warên gaz û petrokîmyayê de.

Ez dixwazim kompaniyên Amerîkî piştrast bikim ku em li Kurdistanê, her dem pêşwaziyeke germ li we dikin. Hikûmeta min amade ye ku hemû hêsankarî bike ji bo bihêzkirina vê pêwendiya ku heye.

Gelek spas ji bo hemû wan karên ku we li vir kirine. Ez hêvî dikim di siberojeke nêzîk de vê avahiyê bi awayekî temamkirî bibînim.

Çavkanî: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin