Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Merasîma Sond Xwarina Serokê Herêmê yê Rêzdar Nêçirvan Barzanî û Pêwîstîya Empatîyê

A+A-


Min merasîma sond xwarina Serokê Herêma Kurdistan Rêzdar Nêçirvan Barzanî bi rêya Rudaw Tv yê ji rûpela xwe ya Facebookê bi zindî weşand.
Way li min qiyamet rabû.
Heqaretên nemayî û gotinên giran li dûv hev rêz bûn.
Ez KDPyî me...
Na..
YNKyî me...
Na..
Ji Tevgera Goran im.
Disa na..
Kurdekî başûrî me...
Na..
Na..
Û dîsa na..
Ez kurdekî ji bakurê Kurdîstanê me.
Herkes zane ku ez PAKî me.
Siyaseta PAKê jî li holê ye.
PAK, qezenc û serkeftina li perçeyekî Kurdistanê, ya me hemûyan dibîne. Beşdarîya Serokê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik ya vê merasimê nişana wê siyasetê ye.
Em rêzê li tekoşîna her parçeyekî Kurdîstanê digrin û tu caran naxwazin tu kes tedaxulî karê perçeyekî din bibe. Tenê bi rexne û pêşniyarên avakar em karin fikrê xwe jî raydarên perçeyên din re bêjin. 
Em, serkeftîn û qezenca perçeyekî Kurdistanê wek qezenc û serkeftina xwe dibînin.
Roja merasîmê ez pir şa bûm.
Bi rêya "Watch party" weşandina wê merasîmê kêfeka bêhempa da min. 
Di şahî û rojên xweş de mirov dixwaze bi hemû hevalên xwe yên nêzî hev in vê hezkirinê parve bike û wan bike şirikê vê kêfa xwe.
Min jî wer kir.
Eşkere bêjim...
Du tişt min xemgîn kir. 
Ya yekemîn ji sedema nasnama min î neteweyî bû.
Ya duyemîn ji sedema têkiliyê min î hevaltîyê bû.
Ez ketîm nav tengezarîyeke mezîn.
Yek ji wan ; dema weşana zindî şîrove û haqaretên dihatin kirin.
Ya duyê; wexta ku min li weşana zîndî temaşe dikir, kurdekî welatperwer ku ev çend meh in em bûne cîranên hev, ket hûndir.
Wexta ew ket hûndir, Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêzdar Vala Ferîd dipeyivî. 
Ji kêfa, dilê min, mejîyê min, lingên min cih nedigirtin.
Merasîmeke weke dewletên demokratîk pêk dihat.
Deng û nûjenîya Seroka Parlementoyê bû sedema ku baskê min hebûya ezê bifirîyama.
Min merhabayek da ciranê xwe... 
Lê hûn rastiyê bixwazin, çavên min her li ser merasîmê bû.
Min xwe ji bîr kir hew min dît cîranê min jî bi min re li ser piya sekinîye û merasimê temaşe dike. 
Lingê wî seqet bû.  
Wexta Seroka Parlementoya Kurdistanê bi erebî dipeyivî min ji mivanê xwe pirsî: Keko tu qehweyekê venaxwe?
Bersîv da min: "Erê, zahmet nebe!"
Ji sedema lingê wî seqet bûn, ji bo runişkandinê min alikariya wî kir.
Min qahwa wî da ber wî, lê guhê min li ser dengê merasimê bû.
Di rûpela min de gotinên "xayin" û "xwefiroş" "Yalçin Küçük" diçûn û dihatin.
Hesabên xwe bê ku hev nasbikin li ser rûpela min ji hev dipirsîn.
Min hinek ji wan şîroveyan xera kir.
Hinek jî hîn li ser rûpelê hene.
Di rewşên weha de li şûna ku em şa bin, em bi hev dikevin.
Em tahamûlî hev nakin. 
Bi saya hêza ku şikil dide dinyayê û qahremaniya pêşmerge me van rojan jî dît.
Mixabîn me dev ji "elimandinên berê" bernedaye.
Fikir, sekin û ramanên me çi dibin bila bibin, di rojeke weha gring de dibê em şa bin, yek bin , bira bin!
Ya din ne hewceye em neheqiyan li hev bikin..
Tarîxa Kurdistanê bi tekoşîn û serkeftinên bêhempa tije ye. Bi tayibetî jî piştî Komara Mehabadê tarîxa kurdên Başûrê Kurdîstanê bi destkevtinên mezin mohra xwe li tekoşîna me xistîye. 
Ev perçeyê welatê me yê şêrîn di saha ji aliyên Tirk, Ereb û Eceman de hatiye dorpeç kirin" serweriya xwe bi wan dide qebûlkirin.
Mîvanê min qehwa xwe vedixwar û dipeyîvî.
Dengê Seroka Parlementoya Kurdistanê bû sedem ku bala min ne li ser wî be..
Seroka Parlemetoya Kurdistanê beşdarên merasîmê ji bo şehidên Kurdistanê dawetî rêzgirtinê dikir.
Çavên min di vê rêzgirtnê de li ser Wezirê Derve yê Tirkyeyê Mevlut Çavuşoğlu bû. Ew jî rabûbû ser piyan. 
Ew pozbilindiya berê ya dema Kemalistan ji holê rabû bû.
Niha top/gog li ber lingên kurdên di dibistana siyasetê de kemilî ne.
Temsîldar û raydarên sed sal in neheqî û zilm li me dikin di rêzgirtina şehîdê Kurdîstanê de rabûne ser piya.
Axeftina alîyên kurdan jî ji rêzdar Mesud Barzanî, heta rêzdar Berhem Salih axeftînên bi wate û avakar bûn.
Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi axeftîn û perspektivên xwe hêviyên me xurtir kir. 
Mixabîn rewşenbîr û siyasetmedarên me di "Watch partyê" heqaretên nemayî li hev kirin.
Emê kînga vê rêbaza siyaseta xwe ya ji nûjenîyê bi dûr bigûherînin.
Di rewşên waha de gotineke Almanan ya pir xweş heye: "Akzeptieren". Ango Qebûlkirin..Ezê jî dibêjim tarza siyaseta serok û siyasetmedarên başûre Kurdistanê rewşa nû ye. Rêbazeke nû ye. Vê rêbazê weke "de facto", bi dagirker û işxalkarên Kurdistanê re xwe dan qebûlkirin.
Siyaset şikil guherandiîye..
Hêza siyaseta sivîl, dîplomasî, sekina, bi îstiqrar û têkilîyên bi dewletên rojava re ev vê encama derxist holê..
Merasim xelas bû...
Gotinên dilê mirovan diêşandin li ser rûpela min ma..
Ez vegerîyam cem cîranê/mêvanê xwe.
Kêfa wi ji wê dîmena merasîmê re dihat.
Ew dipeyivî... min guhdari dikir.
Ji wê dîmena merasimê pêwistîyek dît ku xwe bide naskirin û li ser jiyan û têkoşîna xwe bipeyive.
"Tu zane hevalê Siraç, ez bixwe çûme ser gora xwe/mezelê xwe"
Min jê pirsî: Çawa tu "çû ser mezelê xwe"?
"Ez bi xwe gerila bûm du caran birîndar bûm. 
Cara talîyê birîna min pir xerab bû. 
Bi rojan li ser berfê mam. Çend roj derbasbû nizanim, hew min çavên xwe li mala kurdekî Rojavayê Kurdistanê vekir."
Sekinî li coga xwe mêzekir. 
Hêsir di çavên min de kom bûn.
Axeftina xwe domand.
"Demeke dirêj ez li wê malê mam."
"Çirokek dirêj e..."
Sekinî...
Bi pirsan ez fêrî çiroka wî bûm.
Rojekê xwedîyê malê tê û jê re dibêje ‘’hadê em biçin ser mezelên şehîdan’’.
Radibin diçin... 
Wî dibin ber mezelekî û jêre dibêjin: "Ev mezelê te ye."
Bi gotina wî "destê wî diçe ser lingên wî yê rastê"
Guruzî bi canê min girt.
Piştî wê merasîma sond xwarinê ya xweş vê bûyerê dilê min sotand.
Bi hevîya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi gav û xebatên xwe yên avakar pira di navbêra her çar perçeyên Kurdistanê de xurtir bike û êşa şehîd û "gazîyên" me siviktir bike.
Ez bi hêvî me.
Merasîma sond xwarina Serokê Herêma Kurdistanê nîşana sîyaseta guhertinê ye.
Tenê divê siyasetmedarên me "empatîyê" deynin .
"Empatî" rê li ber pêşhikûmîyê digre.
Dibê em ji bîr nekin , deskevtina perçeyekî Kurdistanê yê me hemûyane.
Hikûmet û îdareya ku herî pir zêde em rexneyan lê dikin, hezar carî ji rêvebirîya dewletên dagirker çêtir e. Sirac Kirici 13.06.2019
 

Önceki ve Sonraki Yazılar