Mehmet Kaya: Divê Deriyê sînorî yê Nisêbîn-Qamişlo bê vekirin

Mehmet Kaya: Divê Deriyê sînorî yê Nisêbîn-Qamişlo bê vekirin

.

A+A-

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê Mehmet Kaya  ji bo vekirina deriyê sînorî yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdostanê de bang li Serokkomarê Tirkiyê kir û got: “Ji bo pêşketina hinardeya welatê me û navçeyê divê  deriyê sînorî yê Nisêbînê jî di nav de hemû deriyên sînorî yên ligel Sûriyê careke din bêne nûjenkirin û vekirin.”

Vekirina deriyê Nisêbîn-Qamişlo yê di navbera Bakur û Rojihlatê Kurdistanê de piştî 12 salan careke din di rojeva de ye.

Berî destpêkirina krîza Sûriyê wî deriyê sînorî bandaroke girîng li ser bazirganiya û geştiyariya di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de hebû, lê ji destpêka krîza Sûriyê ve zêdeyî  12 sal in hatiye girtin. Niha hewl tên dayîn ku careke din ew derî bê vekirin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê Mehmet Kaya bi daxuyaniyeke nivîskî bang li  Serokkkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan kir, Tirkiyê yên ligel Sûriyê careke din bêne nûkjenkirin  û vekirin. 

 Mehmet Kaya amaje bi wê yekê da ku 13 deriyên sînorî yên Tirkiyê ligel Sûriyê hene û  got: “ Beşeke zêde ya van sînoran girtî ne. Yek ji van yên herî girîng jî deriyê sînorî yê Nisêbîne ye. Ji bo pêşketina hinardeya welatê me û navçeyê divê  Deriyê sînorî yê Nisêbînê jî di nav de hemû deriyên sînorî ên ligel Sûriyê careke din bêne nûjen kirin û vekirin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin