Termên pênc koçberan gihîştin Kurdistanê

Termên pênc koçberan gihîştin Kurdistanê

.

A+A-

Li Yûnanistanê di deryayê de xeniqîbûn.

 Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî termên 5 koçberên ku li Yûnanistanê di deryayê de xeniqîbûn, bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.

Şêwirmendê li Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Helgurd Saleyî beriya niha ji K24ê re ragihandibû; sê belemeyên koçberan ketibûn bin avê û di encamê de 9 term hatibûn dîtin.

Îro 1ê Sibata 2022yan li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî termên 5 koçberên ku li Yûnanistanê di nava deryayê de xeniqîbû, bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin, roja 29ê Çileya 2022yan jî, çar termên din ên koçberan gihîştibûn Herêma Kurdistanê.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin