Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Em ê gelê xwe biparêzin

Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Em ê gelê xwe biparêzin

Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî daxuyandîye ku heke Tirkîye peymanê binpê bike ew ê gelê xwe biparêze.

A+A-

Navenda Nûçeyan

 

Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî daxuyandîye ku heke Tirkîye peymanê binpê bike ew ê gelê xwe biparêze.

 

Berdevkê meclîsê, Mihemed Hac Mehmûdî eşkere kirîye ku li gor peymana digel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatî îmzekirin HSDyê(Hêzên Sûrîya Demokratîk) çekên xwe teslîmî Meclîsa Leşkerî ya Grê Spî kirîye û heke pêwîst be ew ê gelê xwe biparêze.

“Armanca me parastina ewlehî û aramîya herêmê ye û astengkirina zerer û zîyanan e.”

 

Mehmûdî da zanîn ku heke Tirkîye peymanê binpê bike armanca wan a sereke dê parastina gelê xwe be.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin