Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan!

A+A-

 

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî diyar dike ku; „nabe tenê PYD di danûstandinên li gel Şamê de bibe nûner.“ ê kurdan. Lê Mazlûm Kobanî û rêhevalên wî jibîr dikin, ku ev heyşt sale, Kurd ji wan re dibêjin; „bi sîyasetek yekalî û totalîter hûn nikarin mafê kurdan biparêzin.!”
Gelo Mazlûm Kobanî gihîştîye wê astê, ku bi sîyasetek yekalî û totalîter „nikarin mafê kurdan biparêzin?“
Ez ne di wê bawerîyê de me!
Bi bawerîya min, rewşa wan ketîye bin alozî û wendakirinek mezin û li ber têkçûnê ne. Berê xwe dane rejîma Sûrîyê û dixwazin hemû hêzên dervê PYD, YPG û HSD, bikin şirîkên vê rewşê, ku bi teslîmbûna rejîma Sûrîye re; derfet di destê ti hêzên din de nemîne. Hêzên ji der vê xwe jî bikin şirîkê vê têkçûnê.
Vê jî eşkere dibêje; „ew li ser vê bingehê li gel aliyên siyasî civiyane ku ENKS jî di nava wan de ye, û tevahiya aliyan jî amadebûna xwe ji wê yekê re nîşan dane.“

Heta niha ENKS daxûyanîyek bi vî rengî nedaye û negotîye „em bi PYD, YPG û HSDê re hevparên danûstendinên bi rejîma Sûrîye re ne!“  ENKS daxûyanîyek wilo da bejî, hayê min jê tine ye! Mazlûm Kobanî bi zanistî dixwaze ENKS bike şirîkê têkilîyên bi rejîma Sûrîye re.
Di dema derbasbûyî de, bi alîkarî û mêvandarîya Başûrê Kurdistan, sêrkevtin di navbera wan û ENKS de hatin programkirin. Roja ku berpirsîyarên PYD û YPG vegerîyan Rojavayê Kurdistan, bi daxwaza rejîma Sûrîye û PKK, ev rêkevtin yek bi yek hilweşandin, înkarkirin û yekalî, totalerîzma PKK damezirandin û parastin. Li servê jî bê ku berpirsîyarêya van rêkevtinan bigire ser xwe, Mazlûm Kobanî dibêje;

„di demên derbasbûyî de bi navbeynkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan sêrêkeftin li gel ENKSê îmze kirine, lê ti yek ji wan nehatine bicihkirin.“

Mixabin di vir de jî berpirsîyarîya vê nagire ser xwe û nêzî xwe rexnekirinê nabe. Ev jî wek helwestek bo nederdikeve ber me, ku nîyetek xerab di armanca xwe de vedişêre.
Başûrê Kurdistan, di demên borî de her rolekî çêker lîst. Xwest ku her alîkarê Rojavayê Kurdistan be. Her ku derfet ket destê Başûrê Kurdistan, ti caran ev alîkarî jî red nekir. Hin di Rewşa Kobanê de û hin jî di dema Efrîn, Serêkanîyê, Girê Spî de, her alîkarî şand, rêyên dîplomasîyê bikaranîn.

Bi sed hezaran koçberan ji mirinê, birçîbûnê rizgar kir û dike.
Mixabin PKK û PYD li Rojavayê Kurdistan her dijminatîya Başûrê Kurdistan û bi taybet jî PDK û malbata Barzanîyan kir. Li Rojavayê Kurdistan Kurd, kirin dijminê kurdan. Li dij Başûrê Kurdistan, li dij axa azad û li dij malbata Barzanîyan propaganda û bi dezînformasyonan tevdegerîyan. Beşek ji rojavayê Kurdistan kirin dijminê Başûrê Kurdistan. Niha hûn ji her kadro û dilxwazên PKK û PYD bipirsin „Hûn çawa li Başûr û Barzanîyan dinêrin?“  Raser wê Başûrê Kurdistan û Malbata Barzanîyan wek dijminekî mezin bidin nîşan û bi „berdevkîya Erdogan“ binav bikin. Eynî mejî jibona penaberên Kurd yên rojavayê Kurdistan, ku li Tirkîye û Başûrê Kurdistan bicîh bûne re jî bikartînin.
Gelo Mazlûm Kobanî, PYD û PKK wê çawa ew dijminatîya ku di nav beşên Kurdistan, di nav kurdan de li Rojavayê Kurdistan çandîye, ji holê rake?
Bê ku xwe rexne bikin û uzrê xwe ji raya giştî, ji kurdan bixwazin, wê çawa bingehek hevkar ava bikin? Ev ne mumkûn e!

Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê stratejiya PKKê hatiye birêkûpêk kirin: PKK, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê li dijî berjewendiyên kurdan e. Bê ruhê netewî, bê stratejiyeke Kurd û Kurdistanî tevdigere. PKK, Ji argûmanên têkoşîna rizgariya netewî dûr e. Esasên bidest xistinên netewî, li ser teoriya "gelan û biratiya gelan"(!) hatiye ava kirin. Rihê Kurd û Kurdistanî di vê teoriyê de mirîye. Her tişt ne li gor xwestinên netewa Kurd û Kurdistan, li gor xwestin û armancên stratejiyên rêxistinî-partîzanî, şerê wekaletê ava bûne. Di vir de ji bona PKK Kurd, jibona vê stratejiyê tenê qurban in. Ev di şerê Efrînê de jî derket ber me. Di siyaseta PKK de armanc; ne tomarkirina serkeftinên netewîyên kurdan e. Bi xwîna kurdan tomarkirina qaharemani yên rêxistinî-partîzanî û dest kevtinên şerê wekaletê ne. Ji bona şerê wekaletê, propaganda rêxistinî û xurtkirina destê hizbî esas e. Di propaganda Kobanê û ya Efrînê de jî ev bi rewşeke zelal derket ber me.

PKK, armancên wê û tahrîbatên ku li Başûrê Rojavayê Kurdistan, yên îdeolojîk û partîzanî, bi rewşek pir zelal li ber çavê me ye. Berî bi 7 salan hejmara Kurdan li Başûrê Rojavayê Kurdistan nêzî 3 milîyonan bû. Ev hejmara kurdan li Başûrê Rojavayê Kurdistan, li ser axa Kurdistan daketibû li dor 1.2 milîyon. Îro li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistan hejmara Ereban ji ya kurdan pirtir e. Ji Efrîn, heta Sînorê Qamîşlo axa Başûrê Rojavayê Kurdistan ji destê kurdan derketîye. Kurd ji axa xwe hatine derxistin û koçberbûne. Nêzî 400 hezar Kurd di kampên penaberan de, di nav xêzanî û perîşanîyek mezin de dijîn.

Gelo PYD, YPG, HSD û Mazlûm Kobanî, xwe berpirsîyarê vê malwêranîyê dibînin, an na? Rêya têgihîştina sîyasetek hevpar, bi têgihîştina sîyaseta çewt, totalîter û yek alî re derdikeve holê. Berpirsîyarî ewe,ku ji vê sîyasetê bi paş de gav bavêjin, uzrê xwe ji miletê Kurd bixwazin û bingeha mercên nû ava bikin ku bingeha sîyasetek hevpar derkeve holê.

Gelo Mazlûm Kobanî bi çi mîsyonê vê daxwazê dike?

26.01.2020

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin