Malbata Şenyaşar: Kesên ku qetlîam kirine serbest in, kurê me girtî ye

Malbata Şenyaşar: Kesên ku qetlîam kirine serbest in, kurê me girtî ye

.

A+A-

Emîne Şenyaşarê bang kiriye û gotiye, “Ez tenê edaletê dixwazim. Ev çawa edalet? Kurê min 3 sal û 3 meh in di hucreya yek kesî de tê girtin. Ez daxwaza berdana kurê xwe dikim.”

Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 183emîn de dewam dike.

Dayik û kurê wê li pêş edliyeyê bi pankarta ku li ser “Em bi tenê edaletê dixwazin” nivîsandiye dest bi nobetê kirine.

Emîne Şenyaşarê weha gotiye:

““Ez tenê edaletê dixwazim. Ev çawa edalet e? Kurê min 3 sal û 3 meh in di hucreya yek kesî de tê girtin. Ez daxwaza berdana kurê xwe dikim. Berpirsyarên vê komkujiyê serbest digerin. Ev çawa dewlet e? Xwestin hemû ferdên malbata min bikujin. Ev ji aliyê parlamenter ve hat kirin.” 

Şeynaşarê destnîşan kiriye ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê zêde bûne û wiha gotiye: "Êdî çavên min nabînin, dilê min teng dibe. Divê ez lingê xwe emeliyat bikim. Lê belê, heta ku kurê min neyê berdan, ez ê tu dermankirinê qebûl nekim. Ma wijdanê rêveberan tune ye? Li vê dinyayê jî û li dinyaya din jî wê destê min di qirika wan de be. Ev çawa zilm e? Ev zilm wê heta kengê bidome? Ez dixwazim berî ku ez bimirim kurê xwe li gel xwe bibînim. Li tu deveran qetlîamek wiha nehatiye kirin. Ew dîmenên komkujiyê li nexweşxaneyê vedişêrin. 6 meh e ku ez li vir nobetê digirim, heta ku kurê min azad nebe ez naçim li malê rûnanim.” 

“Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî heye”

Malbatê li ser hesabê xwe yên medya civakî de peyamek belav kiriye û gotiye: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî heye. Ev 3 sal in hûn bi behaneyên pûç me asteng dikin. Her kesê ku komkujî kiriye û kujer parastine dê ji ber vê yekê hesab bide.” 

Çi bûbû?

Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.

Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin