Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Josep Borrell kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Josep Borrell kir

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 7ê Îlona 2021ê pêşwazî li Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê û  Berpirsê Siyaseta Derve û Asayîşa Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell kir.

Di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê û  Berpirsê Siyaseta Derve û Asayîşa Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell amaje bi girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê kir weke faktoreke îstiqrara navçeyê, herwiha berdewambûna alîkarî û hemahengiya Yekîtiya Ewropayê ji bo Herêma Kurdistanê bi taybetî di şerê terorê de car din aniye ziman.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî spaskirina helwesta dostanî ya Yekîtiya Ewropayê di piştgirîkirina Herêma Kurdistanê de tekezî li girîngiya rola çavdêrane ya tîmên Yekîtiya Ewropayê kir di hilbijartinên bê yên Iraqê de, bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê, bi arasteya encamdana hilbijartinên pak û paqij ku maf û xwesteka pêkhateyên cuda yên Iraqê desteber bike.

Mesrûr Barzanî herwiha tekezî li wê yekê kir ku divê destûra Iraqê were cîbicîkitin û yeksanî û dadperwerî û şeraketa rasteqîn bibin bingeha hukmeke bi sihet li Iraqê.

Pêşvebirina pêwendiyên aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê û çaksaziyên kabîneya nehem û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û rewşa aware û penaberan li Herêma Kurdistanê, çend mijarên din ên hevdîtinê bûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin