Macron: “Tirkiye bo gelek endamên NATO yê dostane tevnagere”

Macron: “Tirkiye bo gelek endamên NATO yê dostane tevnagere”

.

A+A-

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji aliyê rêxistina ramanî ya Atlantic Council de hat dawetkirin. Macron di civînê de behsa siyaseta Fransa yê ya bi bin Yekîtiya Awrûpayê û NATO yê de kir û got ku Tirkiye di gelek sehayen de bo hevkarên NATO yê dostane tevnagere. Lewra gotina ku ‘mirina mêjiyê NATO yê çêbûye’ bikaraniye.

Macron, ragihand ku di sala 2019 an de piştî Amerîka biryarê da ji Sûriyê vekişe, Tirkiye bo bakûrê Sûriyê operasyon kir û temamê hevkarên NATO yê xiste zorê. Macron weha got:

“Tirkiye 2 sal berê, bê ku bi NATO, Amerîka û Fransayê re koordinasyon deyne, bo ser bakûrê Sûriyê operasyon kir. Bi yek carê got ku HSD terorîste û operasyon kir. Hinek tişt rast bûn. Lê bê ji me bipirse, li ciyên ku em lêbûn ketin operasyonan. DEAŞ li wê derê bû. Leşkerên Fransa û Amerîkayê li wê derê bûn. Bi yek carê endamekî me li hemberê dûvçûnên me şer da destpêkirin. Di encamê de baweriya bi Fransayê, NATO yê û Amerîkayê li deverê ji ortê rabû.

Macron got ku piştî Sûriyê li herêmên cuda heman tiştan kir û weha got:

“Li Lîbya, Qarabax, Rojhilatê Derya Sipî li hemberê YA û hevkarên NATO yê kiryarên nedostane kir. Lewra min got mêjiyê NATO yê miriye. Kî dijmine û kî terorîste? Qaîdeyên şer çine? Bo çi toleransê dan van tevgerên Tirkiyê? Me di sala 2020an de zorê zêde kir û gihan hin encaman. Niha mehên pêşiya me krîtîkin. Em di bin çavdêriya YA yê de dixwazin bi Tirkiyê re çi çareser bikin? Divê em ji NATO yê çi hevî bikin? Me bi serokkomar Erdoğan re axifî lê niha ragihandin gelek cuda ne. Ez razî me ku mijar kete rojevê. Niha em li benda encamê ne. Em li benda çi cûre encamane? Çareseriya mijara Lîbyayê, derxisatina leşkerên Tirkiyê ji Lîbyayê.”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin