Macron ji bo krîza Ukraynayê pêşniyarek pêşkêşî Putin kir

Macron ji bo krîza Ukraynayê pêşniyarek pêşkêşî Putin kir

.

A+A-

Serokê Rûsya û Serokê Fransayê li Moskovayê "garantiya ewlehiyê ya Rûsyayê û krîza Ukraynayê" gotûbêj kirin.

Serokê Fransayê ragihand, wî di hevdîtina xwe bi serokê Rûsyayê re pêşniyar kir, “garantiyên ewlehiyê” ji bo hemû welatên bi krîza Ukraynayê re têkildar in ava bikin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Rûsya Vladimir Putin piştî civîna duhî ya li Moskoyê, di konferanseke rojnamevanî de naveroka civîna xwe aşkere kirin.

Macron da zanîn, wî ji Rûsyayê re pêşniyar kiriye, ji bo hemû welatên ku di krîza Ukraynayê de cih digirin, garantiyên ewlehiyê yên berbiçav bên danîn.

Serokê Fransayê got jî: “Serok Putîn ji min re piştrast kir, ew amade ye aramî û yekparçeyiya axa Ukraynayê biparêze.”

Pêştir Serokê Rûsyayê gotibû, bersiva Moskoyê ya ji Washington û NATOyê wergirtiye, daxwazên bingehîn ên Moskowê yên derbarê garantiyên ewlehiyê de paşguh kirine.

Putîn jî hevdîtinên xwe bi hevtayê xwe yê Fransî Emmanuel Macron re li Kremlînê wek kêrhatî, objektîf û ciddî bi nav kir û got, hin nêrînên Macron dikarin bibin bingehê gavên hevpar.

Putîn destnîşan kir, gelek nêrînên Macron ên derbarê ewlehiya Ewropayê de realîst in. Got jî, piştî Macron bi serokatiya Ukraynayê re hevdîtinê bike, ew ê bi telefonê biaxivin.

Putîn anî ziman ku Rûsya dê hemû hewlên xwe bide ji bo ku bi Rojava re li ser dosyaya Ukraynayê "bigihêje rêkeftinan". Tekez kir jî, eger li parzemîna Ewrûpayê şerek derkeve, ti kes serketî dernakeve.

Ji aliyê xwe ve Macron got, di hevdîtina wî ya ligel Serokê Rûsyayê de, wî xalên lihevhatinê li ser kirîza Ukraynayê dîtin, lê hîn jî nakokî hene.

Her du serokar li hev kirin, piştî serdana Macron bo Ukraynayê roja Sêşemê bi dawî bibe, ew ê bi telefonê danûstandinan bidomînin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin