Lûtkeya çaralî ya bi mijara Sûrîyê qedîya

Lûtkeya çaralî ya bi mijara Sûrîyê qedîya

Lûtkeya çaralî ya bi mijara Sûrîyê ya ku bi beşdarîya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Brîtanyayên Boris Johnson bi dawî hat.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li Londonê berî Lûtkeya NATOyê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson hevdîtinek kirin.

Civîna ku li Londonê li Ofîsa Serokwezîrîyê hat lidarxistin 50 deqîqeyan ajot.

Recep Tayyip Erdogan piştî lûtkeyê dema ji ofîsê derket, di bersiva pirsa rojnamevanekî de got, "Gelekî baş derbas bû."

Derbarê civînê de Angela Merkel jî ragihand ku wan civînek baş û berhemdar pêk anîne.

Hat zanîn ku ji alîyê Tirkîyê Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Daray Berat Albayrak, Wezîrê Berevanîya Tirkîyê Hulusî Akar, Şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan û Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin jî beşdarî lûtkeyê bûn.

Ev civîn di demekê de ye, ku Ewropa derbarê êrîşa Tirkîyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê de nerazî ye.

Ev hevdîtin hevdem piştî wê yekê tê, Macron berî beşdarî lûtkeya çaralî ya bi mijara Sûrîyê bibe, ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtinek pêk anî û di wê hevdîtinê de rexne li Tirkîyê girt û got: “Divê em nedîyarîya Tirkîyê ligel çekdarên DAIŞê zelal bikin. Tirkîye şerê wan hêzan dike ku li kêleka me şerê DAIŞê dikin. Ev mijarek stratejîk e. Hem endamê NATOyê ye, hem ji diçe ji Rûsya S-400 dikire. Ev çawa endamtîya NATOyê dibe?"

Herwiha pêştir  hinek alozî di navbera Erdogan û Macron de dirust bibûn, ew jî bi sedema gotina Macron ku gotibû NATO tûşî mirina mejî bûye. Erdogan bi tundî bersiva wan gotinên Macron dabû û gotibû, ku Fransa tirsên Tirkîyê ji Sûrîyê li ber çavan nagire û di heman demê de, dixwaze cihekî ji hebûna xwe re li wî welatî bibîne.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin