Kesûkarên qurbanîyan daxwaza vekirina gorên bikom dikin

Kesûkarên qurbanîyan daxwaza vekirina gorên bikom dikin

Li bajarê Duhokê konfransek bi hevbeşîya sazîyên Hikûmata Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê û sazîyên navdewletî ji bo gotbûbêjkirina pirsa bêserûşûnkirina Kurdên Êzidî û vekirina gorên bikomî de hat sazkirin. Di konferansê de biryar hat dayîn ku dest bi

A+A-

Navenda Nûçeyan- Ji meha 8 ve tu goreke bi kom yên Kurdên Êzidî nehatine vekirin. 71 gorên bi kom hatine peydakirin, ku DAIŞê Kurdên Êzidî di wan de komkuj kirine. Heya niha 16 ji wan goran hatine vekirin, ku 234 term têde bûne.

Di konfiransekê de li Duhokê, alîyên Kurdistanî, Iraqî û Navdewletî biryar dan ku dest bi vekirina wan goran bê kirin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê konfiransê de, Dr. Dîndar Zêbarî ragihand: “Girînge alîyên navdewletî di vekirina gorên bi kom de beşdar bin û dê bibin belgeyeke cîhanî bo piştraskirina wê yekê ku li dijî Kurdên Êzdî jeînosîd çêbûye.”

Xalid Telo ji wan kesam ku hejmareke ji malbata wî bi destê çekdarên DAIŞê hatine bêserûşûnkirin.

Telo ku heta niha jî ji malbata wî rewşa 9 kesan nedîyar e, gilîyên wî hene ku weke pêwîst li ser vekirina gorên bi komî kar nehate kirin û dibêje heta niha kesûkarên qurbanîyan li bendê alîyên peywendîdar karê xwe temam bikin.

Cigerê Serokê Fermangeha Gorên Bikom Aamir Cebar jî got: “Di asteke bilind de hevkari di navbera dezgehên şehîdan û Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkirîyan de heye bi rêya tîmeke nîştimanî. Bi hevkarîya rêxistinên navdewletî gor têne vekirin”

Piştî rûdanên sala 2014 li Şingalê ji bilî bêserûşûnîyan 460 hezar kes koçber bûn pirsa ewlehîya deverên wan, vegeryana wan û vekirina gorên bikom sê babetên ku ew bilez bêne çareserkirin

Çavkanî: Eyûb Nisrî-Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin