Li Zanîngeha Bogazîçiyê polîsan gelek kes desteser kirin

Li Zanîngeha Bogazîçiyê polîsan gelek kes desteser kirin

.

A+A-

 Li Zanko ya Boğaziçi yê ya bajarê Îstenbol a Tirkiyê bi sedema wêneyekî Kabê ketibû erdê û medya li zerê zêde rawestiya û propagandayê kir, polîs kesên pêşangehê kiribûn xist bin çav û ji wan 2 kes ji aliyê dadgehê de hatibûn zîndanîkirin. Li ser girtina xwendevanan mijar zêde bû û xwendevan rêvebiriya zankoyê xistin bin dorpêçê. Li ser mijarê polîs ket nav zankoyê û di navbera wan û xwendevanan de pevçûn derket. Niha li ser bûyerê 159 xewendevan di binçav de ne.

Parêzgeha Îstenbolê derengê şevê ragihand ku di xwepêşandanan de hişyarî dane xwepêşandêran lê xwepêşandêr bela nebûne û dawî li çalakiya xwe nanîne. Lewra asayiş bi fermana serdozgeriya Îstenbolê 159 kesan xistiye binçav.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin