Li Xaneqînê çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên Iraqî kirin

Li Xaneqînê çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên Iraqî kirin

Li devera Germiyanê da zanîn, li Xaneqînê şeva bûrî çekdarên DAIŞê li navçeya di navbera Gulal û Qeretepe de êrîşî ser hêzên Iraqî kirin û di encamê de 2 leşkerên Iraqê û 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

A+A-

Di wê derbarê de endamê Encûmena Navçeya Qeretepe Selah Baban ragihand, çekdarekî DAIŞê xwe vedizî nava hêzên Iraqî û xwe di nava wan de teqand.

Got jî: Di encama pevçûnan de 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termê wan di destê hêzên Iraqê de ne û 4 çekdarên din ên DAIŞê  de jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, her şeva bûrî çekdarên DAIŞê bi Hawinan êrîşî ser rêbendeke hêzên Iraqî li Gulala û di encamê de 3 leşkerên Iraqî birîndar bûn.

Demek e çekdarên DAIŞê li çend navçeyên Iraqî û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê û ji ber valahiya ewlehiyê dest bi êrîşan kirine.   

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin