Li Tirkiyê ji sibê ve sînordarkirin û qedexe tê rakirin

Li Tirkiyê ji sibê ve sînordarkirin û qedexe tê rakirin

.

A+A-

Li gor biryara Serokkomarê Tirkiyê û giştînameya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ji sibe Pêncşembê ve Tirkiye mezintirîn pêngav ber bi asayîbûna rewşa jiyanê û rakirina sînordarkirinê ve diavêje.

Herçiqas parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi rakirina qedexeya çûn û hatinê kêfxweş in, lê daxuyaniyeke Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê hunermend û şahiyên şevan de bûye sedema nîgeraniyê.

Roja 26ê Hezîranê Erdogan got: “Em destûrê nadin piştî 12ê şevê muzîkjen û stranbêj xelkên din bêzar bikin.” Vê jî wiha kir li ser Twitterê kampanyayeke berfireh dijî Erdogan destpê bike û beşeke zêde ya hunermendên xuya yên Tirkiyê bersiva Erdogan dan û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Di vê navberê de Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca ji rojnamevanan re got: “Em dixwazin hemû qedexe û sînordarkirinê rakin.” 

Niha hemû çav li ser Serokatiya Komara Tirkiyê ne daku biryara dawî derbarê muzîkjen û stranbêjan de bide. Hevdem beşek ji partiyên opozisyonê rexneyên dijwar li hikûmetê digrin ji ber wêya daxuyaniyên Serokkomar û Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê derbarê şahiyên şevan de hevnagirin.

Li gor raporta Sêşembê 29ê Hezîrana 2021ê ku ji aliyê Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, heta niha 49 hezar û 687 pêketiyên Coronayê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê canê xwe ji dest dane, herwiha hejmara pêketiyan 5 milyon û 420 hezar kes derbas kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin