Li Hewlêrê şewatek mezin derket

Li Hewlêrê şewatek mezin derket

.

A+A-

 Li Hewlêrê agir bi pêşangeheke mobîlyayê ya li ser cadeya 60 metrî ya bajêr ket û şewateke mezin derket, ku piştî hewldaneke zêde ya tîmên agirvemirandinê hat kontrolkirin.

Heta niha sedema derketina agir nehatiye zanîn, lê bi gotina karmendên pêşangehê, agir bi kondîşinekê ketiye û piştre agir berfireh bûye û li tevahiya pêşangehê belav bûye.

Qaymeqamê Hewlêrê, Nebez Ebdulwahîd û Rêveberê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê Serkewt Kareş çûne cihê şewatê û ji nêzîk ve rewş şopandin.

Rêveberê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê, Serkewt Kareş daxuyaniyek da medyayê û ragihand, tîmên wan destpêkê hewl dane malên li derdora pêşangehê ji şewatê biparêzin. Serkewt Kareş got, xelkê telefona wan kiriye û daxwaz kirine ku di hewara wan de biçin, lewra wan destpêkê otomobîlên agrivemirandinê şandine kolanên li pişt pêşangeha mobîliyayê û alîkariya xelkên pîr û hewcedar kirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin