Li Stenbol û Diyarbekirê, meşên Cejina Zimanê Kurdî hatin astengkirin

Li Stenbol û Diyarbekirê, meşên Cejina Zimanê Kurdî hatin astengkirin

.

A+A-

Li Diyarbekirê û li navçeya Kartalê ya Stenbolê, meşên ku ji bo 15ê Gulanê Cejina Zimanê Kurdî hatibûn pergalkirin, rastî astengiya polîsan hatin. Hat ragihandin ku girseya li Stenbolê, li hember astengiyê dest bi çalakiya rûniştinê kiriye.

Di çarçoveya bernameyên 15ê Gulanê, Cejina Zimanê Kurdî de polîsan pêşî li meşên li Diyarbekir û Stenbolê girt. Hat zanîn ku girseya li navçeya Kartalê ya Stenbolê, dest bi çalakiya rûniştinê kiriye. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî jî li ser astengiyên ku hatin derxistin got ku “Heger jiyaneke hevpar tê xwestin, divê astengiyên li pêşiya Zimanê Kurdî werin rakirin, divê Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdehiyê.”

Di çarçoveya bernameya Cejina Zimanê Kurdî de li Diyarbekir, Stenbol, İzmir, Edene, Wan, Şirnex, Batman, Colemêrg, Mêrdin, Dîlok, Meletî, Mêrsin, Agirî û Semsûrê, çalakiyên pîrozbahiyê û bername hatine pergalkirin û ev meş jî beşek ji bernameyê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin