Piştî gefên Tirkiyê, Swêdê derbarê PKKê û Rojava de daxuyanî da

Piştî gefên Tirkiyê, Swêdê derbarê PKKê û Rojava de daxuyanî da

.

A+A-

Wezîra Derve ya Swêdê di bersiva tohmet û gefên Tirkiyê de ragihand, Swêd jî weke welatên din ên Yekîtiya Ewropayê PKKê weke “rêxstineke terorîstî” dibîne, lê belê helwêsta wan derbarê Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya li Bakur Rojhilatê Sûriyê de ji Tirkiyê cuda ye.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde şeva bihorî di civîna nefermî ya wezîrên derve yên NATOyê de li Berlîn a paytexta Almanyayê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin kir, û paşê derbarê biryara welatê xwe ya ji bo endamtiya NATOyê de axivî.

Ann Linde diyar kir ku di danûstandinên şeva bihorî yên bi Tirkiyeyê re negihîştine çareseriyê û tekez kir, wan biryar daye ku danûstandinên dîplomatîk bi Tirkiyê re bidomînin.

Lînde got, “Di danûstandinên bi Tirkiyeyê re şeva borî me nekarî bigihîjin çareseriyê û me biryar da ku danûstandinên dîplomatîk bidomînin.”

Linde: PKK rêxistineke terorîstî ye lê Bakurê Sûriyeyê na

Lînde bal kişand ser wê yekê ku “ji ber teşkîlata li Bakurê Sûriyê” wan nekariye bi Tirkiyeyê re li hev bikin û got, “Em qebûl dikin ku PKK rêxistineke terorîstî ye. Em di derbarê teşkîlata li Bakurê Sûriyeyê de heman tiştî nafikirin. Gelek welatên NATOyê jî wisa nafikirin. Weke Amrîkayê û welatên din ên NATOyê em jî bi rêxistinên Kurdî yên Bakurê Sûriyeyê re civiyan.”

Çavuşoglu: Swêd û Finlanda bi aşkere piştgirî didin PKK/YPGê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu beriya ku bikeve civîna NATOyî ya li Berlînê, careke din Swêd û Finlanda bi alîkariya PKKê tohmetbar kir û destnîşan kir, “Swêd û Fînlanda bi eşkereyî piştgiriyê didin PKK/YPGê.”

Çavuşoglu got, “Ev yek tevî hemû hişyariyên me yên li ber çavên me bandoreke neyînî li hestên gelê me dike. Ev her du dewlet bi eşkere piştgirîya PKK û YPGê dikin. Ev rêxistinên terorîstî ne. Duh jî her roj êrîşan pêk tînin. Ev nayê qebûlkirin. Nayê qebûlkirin ku hevalbendên me piştgiriyê bidin rêxistinên terorê.”

Çavruşoglu ragihand, welatên Ewropayê ji ber operasyonên Tirkiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê hinardeya bo Tirkiyeyê sînordar kirin û got, “Li ser pîşesaziya me ya berevaniyê, berhemên ku me ji hevalbendên xwe hawirde dikirin, sînordar bûn.”

Daxuyaniya Erdogan

Erdogan jî roja Înê 13ê Gulana 2022an gotibû Tirkiye pêşwazî li endambûna Swêd û Finlandayê di hevpeymaniya NATO de nake.

Erdogan herdu welatên Skandînavyayê weke “mêvanxaneya terorê” bi nav kiribû û gotibû, “Swêd û Finlanda piştgirî didin PKKê.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin